Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk bang li kedkarên Tifaqa Welatperwer û Demokrat kir

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk bang li kedkarên Tifaqa Welatperwer û Demokrat kir

Ji bo van şeş rojên dawîn ên bangeşeya hilbijartinê, Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk, bang li kedkarên Tifaqê kir ku di propaganda û lihevxwedîderketinê de çi ji destên wan bê bikin.

A+A-

MUSTAFA OZÇELÎK:

"Banga min ji hemû kedkarên Tifaqa Welatperwer û Demokrat re

 

Heval û dost û weltperwerên hêja

Di xebatên hilbijartinên 31ê Adara 2019an de bi rastî jî em ji niha ve bi ser ketine.

Hemû hevalên me bi dil û can, bi fedakarîyeke mezin, bêwestan dixebitin.

Bi taybetî jî hevalên me yên jin û yên ciwan bi performanseke baş, bi disîplîn û hêvîyên mezin dixebitin. Ev jî heyecan û hestên me xurtir dike.

Belê, ji nû ve heyecan û germahî û şewqek çêbûye.

Em piştî salan e ku cara yekem e bi vî rengî li seheyê ne, li kolanan in, di nav gelê xwe de ne.

Me bi van xebatên xwe yên hilbijartinan tirseke mezin jî şikand. Pêşewazîya germ ya gelê me nîşan û mizgînîya pêvajoyeke nû ye.

Ji bo propagandayên hilbijartine 6 roj mane.

Divê em van 6 rojan bi awayekî efektîf û berhemdar bikar bînin.

Divê em ji sibehê zû heta derengê şevê bixebitin.

Divê em giranîyê bidin çûyîna cem nas û dost û xizm û cîranên xwe.

Divê em giranîyê bidin wan malbat, kesayet û dor û berên ku xwedî potansîyeleke berbiçav ya dengan e û îhtîmal heye ku dengên xwe bidine me.

Hevalên Hêja,

Di van 6 rojan de em çend dengên xwe zêde bikin, dê ev ji bo paşerojê ewqas bibe çirûskeke hêvîdar.

Her dengek dê şikandina tirsê, şikandina yek rengîyê, şikandina dudilî û reşbînîyê geştir û mezintir bike.

Helbete ku em ne xeyalperset in. Lê em dengekî baş bistînin bêyî teredut dê rûpeleke nû jî vebe.

Lê weke min got, em ji niha ve bi ser ketine.

Me bi Tifaqa Welatperwer û Demokrat û bi van xebatên xwe ve di xurt kirin û geş kirina kultureke nû û di demokrasî û azadîya navxweyî de, di hevduqebûlkirin û pirengî û pirdengîya di nav gelê xwe de, di nav civata xwe de, me roleke dîrokî lihîstîye û em dilîzin.

Em divê qîmeta vê xebata xwe, vê lihevxwedîderketina hev, baş bizanibin.

Helbete ku dê gelek kêmayî û xeletîyên me jî hebin. Helbete ku dê şaşitîyên me jî hebin. Lê divê em tu carî jibîr nekin ku em îro jî, sibê jî bi hev re xurt in.

Ez bangî hemû heval û xwişk û birayên xwe yên rêvebir û endam û alîgirên PAK û PSKyê, hemû pêkhate û kedkarên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dikim da ku di van 6 rojên mayî de, di warê aborî, xebata di nav gel de, di propaganda û lihevxwedîderketinê de çi ji destên wan bê bikin.

Ez careke din jî bangî gelê me yê wefakar û bi rûmet dikim ku xwedî li vê helwesta netewî, niştimanî û pak derkevin û dengê xwe bidin namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat.

Li gel rêz û silavên xwe yên hevaltî, biratî û welatperwerîyê."

24.03.2019

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum