• Diyarbakır 10 °C
  • Batman 11 °C
  • Hakkari 6 °C
  • Şırnak 7 °C
  • Ağrı 1 °C

Serokê PAKê bi heyetek li Colemêrgê beşdarî şîna rojnamevan Togan bû

Serokê PAKê bi heyetek li Colemêrgê beşdarî şîna rojnamevan Togan bû
Li cîhê şînê heyeta PAKê sersaxî ji Hafiz Togan û ji malbata wan re xwestin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Endamê Komîteya bireveberîya Navendî Feyaz Ekmen, endamên Meclîsê Roza Kurdî, Hanefî Turan, Nimet Mumtaz Aydın, endama Komîteya Swêdê Feray Akar û şêwirmendê Serokê Giştî yê PAKê Eyup Alacabey, roja 16.06.2016 li Colemêrgê beşdarî şîna Ferhad Birûsk Toganê kurê welatperwerê Kurd Hafiz Togan bûn.

Li cîhê şînê heyeta PAKê sersaxî ji Hafiz Togan û ji malbata wan re xwestin. Paşê seredana cîhê şînê yên jinan kirin. Li vê derê jî sersaxîya hevjîn û xuşk û malbata Ferhad Togan kirin.

Ferhad Birûsk Togan rojnamevanekî welatperwer ê Kurd bû û li Fransayê çûbû ber dilovanîya xwedê. Ferhad Birûsk Togan roja 15.06.2016an li Hekarîyê bi merasîmeke girseyî hatibû defin kirin.

Tabûta Ferhad Togan bi ala Kurdistanê hatibû nuxumandin.Heyeteke PAKê ku ji endamên Meclîsê û ji gelek rêveber û endamên PAKê yên Wan û Colemêrgê pêkhatî, roja 15.06.2016an beşdarî mersîma cenazeya Ferhad Togan bibûn.

Ev nûçe 2037 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din
  • Ji bo Batmanê daxwaza nexşeyeke weke 'Batman'ê02 Tebax 2018 Pêncşem 17:06
  • Çil Sal Xebat Di Rêya Azadîyê de11 Tîrmeh 2018 Çarşem 19:49
  • Berê însan wek nuha hewqasî ne bêwefa bûn04 Gulan 2018 În 10:38
  • Gundê Balan bê te wêran e21 Nîsan 2018 Şemî 14:07
  • Kurdî, bo karkerên Înşaetê jî qedexe ye29 Adar 2018 Pêncşem 18:14
  • Cejna te pîroz be kurê min!23 Adar 2018 În 10:30
  • KAK û damezirandina DDKO24 Sibat 2018 Şemî 14:14
  • Dr. Fereydûn Qaftan ferhenga bijîşkî ya Kurdî amade kir22 Sibat 2018 Pêncşem 13:07
  • Nimûneyeka Çavrêkirî ji Mîrên Baban25 Çile 2018 Pêncşem 13:46
  • Belgeyek girîng ji dîroka Êzdîyan16 Çile 2018 Sêşem 02:56