Serokê nû yê klûba Amedsporê diyar bû

Serokê nû yê klûba Amedsporê diyar bû

.

A+A-

 Klûba Amedsporê pêncemîn kongreya xwe ya awarte saz kir û di kongreyê de karsaz Selahattin Yildirim wek serokê nû yê klûbê hat hilbijartin.

Klûba Amedsporê 5emîn Kongreya xweya Awarte li Tesîsên Şehmus Ozer li dar xist.

Rêvebiriya nû ku bi yek lîsteyê beşdarî di kongreya klûbê de kir diyar bû.

Di kongreyê de, karsaz Selahattin Yildirim wekî serokê nû yê klûbê hat hilbijartin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê Mehmet Kaya ku beşdarî kongreyê bû got ku ew dê xwedî li Amedsporê derbikevin.

Serokê berê yê Amedspor Vechettin Alsaç,, jî ji rêveberiya nû re serkevtin xwest.

Endamên Desteye Rêveberiya nû ya Klûba Amedsporê ev in:

Heval Şimşek Sadioglu, Servet Erol, Cahit Akin, Cengiz Aslan, Eser Sonmez, Mustafa Mesut Kaya, Ahmet Tanaman, Hasan Gunduz, Meltem Gonullu, Ergin Başari, Diren Elif Vurgun, Adnan Zengin, Şahin Tezgel û Ronayî Binen.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin