Serokê Navenda Zerdeştiyan hat desteserkirin

Serokê Navenda Zerdeştiyan hat desteserkirin

Serokê Navenda Zerdeştiyan li Kurdistanê Pîr Lûqman, li ser giliya hemwelatiyekê, ji aliyê polîsê Silêmaniyê ve hat desteserkirin û pişt çend demjimêran hat berdan.

A+A-

Serokê Navenda Zerdeştiyan li Kurdistanê Pîr Lûqman, li ser giliya hemwelatiyekê, ji aliyê polîsê Silêmaniyê ve hat desteserkirin û pişt çend demjimêran hat berdan.


 

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed, ragihand ku îro li binkeya polîsê raperîn a Silêmaniyê, Pîr Lûqman ji aliyê hêzên polîs ve li ser giliya welatiyekê hatiye desteserkirin.


 

Ew kesê ku derbarê Pîr Lûqman de gilî tomar kiriye, Zerdeştî ye û di giliya xwe de îddîa kiriye ku Pîr Lûqman di posteke li ser Facebookê de heqaret li wî kiriye.


 

Serkewt Ehmed dibêje, bi tometa xirapbikaranîna amûrên peywendîdanînê û li ser giliya wî kesî, Pîr Lûqman hatiye desteserkirin û piştre derketiye pêşberî dadgehê.


 

Serokê Navenda Zerdeştiyan li Kurdistanê Pîr Lûqman, piştî çend demjimêrên desteserkirî, bi biryara dadwer, hatiye azadkirin.


 

Berdevkê Polîs aşkere kir ku Pîr Lûqman ji aliyê dadgehê ve biryara azadkirina wî hatiye dayîn, lêbelê dosyeya wî li gel polîs dimîne û piştre dê lêkolîneke berfirehtir li ser wê dosyeyê bê kirin.

Pîr Lûqman Hacî Kerîm, Serokê Navenda Zerdeştiyên Kurdistanê ye li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê. Pîr Lûqman ev çend sal e, daxwaz ji xelkê dike ku bibine, ‘Zerdeştî’.


 

Parlamentoya Kurdistanê sala 2008an, yasayeke bi hejmara 6 di derbarê qedexekirin û xirapbikaranîna amûrên peywendîpêkanînê derxist bi mebesta rêgirtin û kêmkirina tawanên elektironîkî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin