Serokê Îsraîlê serdana Tirkiyê dike

Serokê Îsraîlê serdana Tirkiyê dike

.

A+A-

Serokê Îsraîlê Isaac Herzog û hevjîna wî Michal Herzog ligel şandekê bi serdaneke fermî li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyê îro Çarşemê 9ê Adara 2022ê serdana Tirkiyê dikin û li Enqerê ligel Erdogan dicive. Serdana Isaac Herzog du rojan berdewam dike.

Bernameya Herzog

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Peywendiyan ser bi Serokkomariya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, Isaac Herzog di yekem roja serdana xwe de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibîne û civîna dualî û civîna navbera şandan tên kirin.

Peywendiyên navbera Enqere û Tel Aviv tên gotûbêjkirin. Herwiha mijarên navdewletî jî dê di civîna Erdogan û Herzog de bên gotûbêjkirin.

Şandeke Tirkiyê serdana Îsraîlê kiribû

Her li gor daxuyaniyê, di roja duyem a serdana xwe de Isaac Herzog serdana Stenbolê dike û ligel Cihûyên Tirkiyê dicive. Ji piştî sala 2008an ve ev yekem serdana serokê Îsraîlê dibe bo Tirkiyê.

Roja 17ê Sibata 2022ê, Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ligel Cîgirê Wezîrê Derve Sedat Onal serdana Îsraîlê kiribûn û ligel rayedarên wî welatî civiya bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin