Serokê IHDê: Heta pirsa Kurd çareser nebe gaveke baş nayê avêtin

Serokê IHDê: Heta pirsa Kurd çareser nebe gaveke baş nayê avêtin

.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh li Koşka Serokatiyê karnameya taybet bi mafên mirov eşkere kir. Serokê IHDê jî dibêje, “Heta pirsa Kurd çareser nebe, nikarin (hikûmet) gaveke baş biavêjin.”

Serokomarê Tirkiyê tekez kir armanca sereke ji ragihandina vê karnameyê “nivîsandina destûreke nû û sivîl e” û bang li her kesî kir ku beşdarî proseya amadekirina destûrê bibin.

Hikumeta Tirkiyê Mijdara sala borî dest bi proseya çaksaziye kir. Weke yekem pêngava

encama vê proseyê Erdogan di merasimekê de karnameya mafên mirovan ragehand ku ji 11 xalên sereke û 9 xalên weke armanca karnameya pêk tên.

Ozturk Turkdogan, Serokê Komeleya Mafên Mirov (IHD), dibêje, “Kêşeyên Tirkiyê gelek zêde bûne ji ber wê projeyên demkî nabe  çareseriyên mijara. Pêwîst e destureke nû û demokratîk  were amade kirin. Pêwiste aştiya navxweyî heye. Heta pirsa Kurdi çareser nebe, nikarin gaveke baş bavêjin.”

Di karnameya mafên mirovan de mijar zedetir di çarçoveya mafê mirovan de hatiye behskirin û rasterast amaje bi pirsa Kurdi nahatiye kirin, lê beşek hiqûqnasên Kurd karnameya hikumetê girîng dibînin.

Yusuf Dere, hiquqnas, dibêje, “Pirsa Kurd peywendî bi pirsa mafê mirovan heye. Ji ber vê her gaveke ku were avêtin giring e. Revîzyona ku tê kirin jî ez ji çareseriyê pirsa kurdî gelek mezin dibînim.”

Piraniya xelkê Tirkiyê piştgiriya karnameya mafên mirovan dikin lê ew  daxwazê ji hikumetê dikin ku rewşa aboriya Tirkiyê û jiyana rojane ya xelkê were başkirin

Sabri Demir, siyasetmedar, dibêje, “Li  gorî demên borî di mijara mafên mirovan de em gihiştineke asteke baş baweriya min bi hikumetê heye, ez piştgiriya wan dikim.”

Sait Alpaslan, bêkar, dibêje, “Li Tirkiyê azadi u wekhevî tune ye. Rewş xirab e. Beriya mafê mirovan ez dixwazim aborî baş be, kar hebe.”

Ayşe Tekîn, xanima malê, dibêje, “Li Tirkiyê giringî û qedr nadin jinan, jin tên kuştin. Weke mirov li Tirkiyê qedr û qîmeta me tune ye.”

Salim Rodos, karmend, diyar dike, “Li Tirkiyê rewşa mafên mirovan baş e. Ez baş dibînim. Em nizanin ka wê çi were aşkere kirin. Lê nêrîna xelkî u dewletê li ser azadiyan ji hev cuda ne.”

Di merasima ragihandina karnameya mafên mirovan de endamên delegasyona yeketiya Ewropayê, balyozên welatan, rektorên zanîngehan û nunerên siyasî amade bûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin