Serokê HKN enerjiyê: Tehran hinardekirina gaza Kurdistanê bo Tirkiyê wek metirsî dibîne

Serokê HKN enerjiyê: Tehran hinardekirina gaza Kurdistanê bo Tirkiyê wek metirsî dibîne

.

A+A-

Alîkarê Berê yê Wezîrê Enerjiya Amerîkayê dibêje, nezelalî û "mij û moraneke mezin" di biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê derbarê nedestûrîbûna yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de heye. Dibêje jî, biryarên dadgehê nîşaneke parçebûn û alozîya siyasî li Bexdayê ne û "bi motîvasyona Îranê" ne.

Alîkarê Berê yê Wezîrê Enerjiya Amerîka û Cîgirê Serokê Kompaniya HKN a Enerjiyê Matthew Zais di hevpeyvîneke taybet de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê ku roja Înê 26.08.2022, Niwêner Fatih pêşkêş kir, di beşeke axaftina xwe de li ser biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ku qanûna neft û gazê ya Herêma Kurdistanê nedestûrî ye, got ku cihên wek Herêma Kurdistanê ji bo berhemanîna gaz û petrolê girîng in û "Heya wê dema ku rê bi me were dayin, em ê di karkirinê de berdewam bin." Dabaşa wê yekê jî kir ku "Îran dixwaze bandoreke neyînî li ser aboriya Herêma Kurdistanê çêbike."

Her wisa li gor vî alîkarê wezîrê enerjiya Amerîka "Girêbestên ku kompaniyên Amerîkî û şirketên navneteweyî bi hikûmeta herêma Kurdistanê re îmze kirine, ji aliyê yasayî ve hatine serrastkirin û nirxandin ku di çarçoveya destûrê de ne û yasayî de ne. Dibêje jî: "Garantiyên Amerîka ji bo Herêma Kurdistanê di bin gefê de ne."

Matthew Zais dibêje, eger Herêma Kurdistanê bikare çavkaniyên xwe yên gazê bi pêş bixe, dikare cihê hinardeyên Îranê ji bo Tirkiyeyê bigire, her wisa dikare piştgirêdana destçêkirî ya Iraqê bi hawirdekirina gazê ji Îranê kêm bike. Her wisa got: "Pêgeha Herêma Kurdistanê di berhemanîna gaz û petrolê de giring e."

Naveroka hevpeyvîna Rûdawê ligel Matthew Zais:

Rûdaw: HKN di rapora xwe ya darayî ya meha Hezîranê de dibêje, bandora biryara Dadgeha Federal li ser karan nebû. Gelo heta niha jî bandora biryarê nîne?

Matthew Zais: Erê, spas ji bo vê derfetê. Erê, ev rast e, tevî ku ew biryar li dijî şirketên petrolê hatiye derxistin, lê ti bandora wê li ser karên me yên li ser erdê nebû.

Rûdaw: Çima ti bandora biryara Dadgeha Federal a Iraqê nebû?

Matthew Zais: Mebest ew e, dê bandora wê çawa be?

Rûdaw: Na, te got hîna biryara Dadgeha Federal bandor li ser karên we nekiriye, ev çima? Gelo sedem ew e ku Iraqê tedbîr wernegirtine?

Matthew Zais: Bi baweriya min mij û moraneke mezin li ser biryarê bi xwe heye. Her wisa li ser wan karên hikûmeta federal a Iraqê û sedema derxistina van biryaran. Bi baweriya min, di ketwarê de ew têgihiştin heye ku divê şirketên navdewletî yên petrolê li Herêma Kurdistanê di karkirinê de berdewam bin. Di navbera xwestek û dabînkirina petrolê de li cihanê, valahiyeke mezin heye. Cihên wek Herêma Kurdistanê ji bo berhemanîna petrol û gazê girîng in. Heta dema ku rê bi me bê dayîn em ê di karkirinê de berdewam bin.

Rûdaw: Piştî vê biryara Dadgeha Federal, gelo kompaniyên Amerîkî û navdewletî hîna jî dixwazin projeyên nû li Herêma Kurdistanê werbigirin?

Matthew Zais: Bi baweriya min erê, her wisa divê em têkildarî tevliheviya siyasî ku li Bexdayê heye, roleke mezintir a welatên Rojava, Amerîka, Brîtanya û Ewropayê bibînin. Bi baweriya min, biryarên Dadgeha Federal ku hewl tê dayin li ser şirketên neftê li Herêma Kurdistanê werin ferzkirin, nîşaneke parçebûn û kaosa siyasî li Bexdayê ne û sedema wan Îran e. Li gor min, rola mezintir a welatên Rojava û Ewropa li Bexdayê ji bo parastina serweriya Iraqê dê pir alîkar be ku şirket biryarê bidin di paşerojê de li ku derê hilberînê bikin. Gelek bijarte li ber me hene ku em li ku derê hilberînê bikin û di sektora enerjiya cîhanê de çalak bin. Divê Bexda û Iraq jî wek qadeke pir dûrî hevrikiyê bibînin, ger li dijî hilberînê bin dê bandor li ser tevahiya welêt bibe. Bi dîtina min, niha ew bandor li başûrê Iraqê tê dîtin.

Rûdaw: Tişta ku tu jê re dibêjî aloziya siyasî li Iraqê, ma bandora wê li ser sektora enerjiyê heye?

Matthew Zais: Bi baweriya min, eşkere ye ku çavê Îranê lê bû bi rêya wê biryara Dadgeha Federal a Bexdayê bandoreke neyînî li ser aboriya Herêma Kurdistanê çêbike. Rêya herî bibandor ji bo vî karî jî, derxistina biryarekê li dijî çavkaniya herî sereke ya dahatê bû ku sektora neft û gazê ye.

Rûdaw: Te ragihand ku hûn ji bo parastina berjewendiyên xwe li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava diyalogê de ne, hûn ê çi pêgavan li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê werbigirin?

Matthew Zais: Bi baweriya min, em ê di vê demê de hevbeşiya xwe ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bikin ku em karên xwe di zeviyên xwe yên niha de dikin. Her wisa bi baweriya min, em modela sereke ne ji bo ku divê hilberîn û berhemanîn li seranserê Iraqê çawa be. Bi nêrîna min, gelek ders hene ku beşên din ên Iraqa federal dikarin ji wan fêr bibin ji awayê ku sektora petrolê li Herêma Kurdistanê pê tê birêvebirin û hilberîna biyanî dikişîne, plana me berdewamkirina vê yekê ye.

Rûdaw: Li vir li Kurdistanê û Iraqê hinek kes li hember biryara Dadgeha Bilind a Federal ne zêde geşbîn in. Gelo ti bijardeyeke Herêma Kurdistanê li hember biryara Dadgeha Federal heye?

Matthew Zais: Li gor min, gelek rê hene ku tu bi wan li biryarê binêrî. Tu dikarî bi reşbînî lê binêrî. Yan tu dikarî bi geşbînî lê binêrî. Bi dîtina min, hinek nîşanên dilgiranker li Bexdayê hene. Lê careke din bi nêrîna min, biryara Dadgeha Bilind a Federal nîşana pirsgirêkeke pir mezintir e ji Iraqa federal, ji desthilatdarî, serwerî û rola Îranê. Li gor min, li hêla geşbîn, ger ev bidome, dê aloziya cîhanî ya dabînkirin û xwesteka li ser gaz û petrolê li cihê xwe bimînin û dê berdewam wek pirsgirêk bimîne, em ê herdem li seranserê cîhanê bi keleman re rûbirû bibin ji bo bersivdana vê xwestekê. Lewra bi geşbînî, bi dîtina min hêz daxwazan li ser Bexdayê ferz dikin ji bo ku aktorekê berpirs be li deverê, her wisa ji bo ku hilberîna biyanî û Amerîkî biparêze. Bi baweriya min, dê ev kêşe li cihê xwe bimînin û geşbînî heye ku cureyek ji desthilatdariyê li Bexdayê hebe ku di dawiyê de ji bo gelê Iraqê kar bike. Dîsa li gor min, kompaniyên neft û gazê ku li wir kar dikin, dê wek beşeke sereke ya wê bimînin.

Rûdaw: Ango bi dîtina te daxwaza zêde ya niha li ser enerjiyê û kirîza cîhanî ya enerjiyê, dê rengvedana vê yekê di dawiyê de ew be ku Iraq nikare biryarê bi vî awayî rengî cîbicî bike?

Matthew Zais: Bi baweriya min, pirsgirêkên pir mezintir li ber destê Iraqê hene ji hewldana cîbicîkirina biryarekê ku wer hatiye danîn ji bo bandoreke neyînî li ser herêmeke tenê ya welêt bike ku gelek kes dibêjin ev pêngaveke nedestûrî ye ku ji aliyê Îranê ve hatiye birêvebirin. Bi dîtina min, li ser Kurdan dimîne ji bo ku danûstandinan bi Bexdayê re li ser çareseriyekê bikin û bi pêş ve biçin. Ew çareserî jî zêdetirî ku yasayî be, dê siyasî be. Ez careke din dibêjim, pirsgirêkên Iraqê yên pir mezintir hene, nikare pêdivî û xizmetguzariyên bingehîn ji gelê Iraqê re peyda bike di demekê de ku dahata petrolê ya rekor bidest bixe. Her wiha rêjeyeke zêde ya bêbawerî û nerehetiyê li hember elîta siyasî ya desthilatdar heye û em niha jî dibînin ku nêzîkî salekê di ser hilbijartinên Iraqê re derbas dibe, lê em hîna hikûmetekê nabînin, wer dixuye jî ku hikûmet dê her nebe, tew ji bo sala 2022yan jî budce nebû, wer dixuye ku dê ji bo sala 2023yan jî budce nebe. Lewma bi nêrîna min, dema tê ser wê yekê ka Iraqî herî zêde hewcedarî çi ne, bi ihtîmaleke mezin pêwîstiya wan pê heye ku hikûmet şewqê bide ser pêkhateyên giring li nav Iraqa Federal ku dabînkirina pêdiviyên sereke û xizmetguzariyan e, dabînkirina ava paqij û elektrîkê ye, her wisa li berçavgirtina wê dahata rekor e ku Iraq bidest dixe lê Iraqiyên asayî wê li ser kolanê nabînin.

Rûdaw: Tevî ku hikûmet li Iraqê karbirêker e, lê Iraqê bi rêya Wezareta Neftê dest bi pêkanîna fişaran li ser kompanyayên petrolê li Herêma Kurdistanê kir. Gelo mafê wan şirketan heye ku li dijî Bexdayê rêkarên yasayî werbigirin?

Matthew Zais: Ez naçim nêv hûrguliyan, lê bi dîtina min dê hertim ew şiyana şirketên neftê hebe ku hejmarek vebijarkên qanûnî û bersivên yasayî heke were ser vê yekê peyda bikin. Ev bijarde jî hem li Iraqê û hem jî li ser asta navneteweyî ne bi hev re.

Rûdaw: Bi taybetî li ser asta navdewletî, gelo ti şansekî kompaniyan li hember Bexdayê heye?

Matthew Zais: Ez naxwazim herime nêv hûrgiliyan, lê bi baweriya min dîrokê nîşan daye ku Iraqa federal ji her welatekî din ne cuda ye ku pêkan e wek berpirsiyar were danîn li hember destwerdana di peymanan de yan destwerdana bazirganî. Her wiha bi baweriya min gelek rê û bijarde hene ku werin wergirtin.

Rûdaw: Ji aliyê qanûnî ve, wer dixuye ku tu naxwazî derbasî nav hûrgiliyan bibî, lê pirseke din a tikîtenê, eger kompanî daxwaza qerebûyê ji Bexdayê bikin, gelo dê daxwaza qerebûyê ji Herêma Kurdistanê yan ji Bexdayê bikin?

Matthew Zais: Ez nizanim. Divê ev were yekalîkirin. Bi baweriya min, girêbestên ku kompaniyên Amerîkî û navdewletî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kirine, ji aliyê yasayî ve, ji hêla pispor û lêkolînvanên yasaya navdewletî ve, serrastkirin û nirxandin li wan hatiye kirin ku di çarçoveya destûrê de ne û qanûnî ne. Peymanên me jî di bin sîwana dadgeha navdewletî ya Londonê de hatine kirin. Em fêm dikin ku heyteholeke mezin li Bexdayê heye. Ez ê careke din vegerim ser wê yekê ku kêşeyên Bexdayê yên pir mezintir ji wê sektora pir biçûk a petrol Herêma Kurdistanê hene.

Rûdaw: Berî çend rojan, 3 endamên Kongresê di nameyekê de daxwazê ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka petrol û gazê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê gotûbêjan bikin. Gelo nameyên wiha bandorê li ser rêveberiya Bidenî dikin?

Matthew Zais: Divê em bibînin ka dê çi biqewime. Ew nameyek ji Civata Nûneran bû, her wisa berê jî nameyeke hevbeş a Demokrat û Komarparêzan ji hejmarek endamên bilind û serokê Komîteya Têkiliyan ya Civata Pîran ango Senatoyê hebû. Tiştê ku heye ew e ku hem Civata Nûneran û hem jî Civata Pîran ango Senato pir bi eşkere ji rêveberiya Biden re dibêjin ku beşdarbûneke zêdetir a Amerîka li Iraqê û di navbera Bexda û Hewlêrê de girîng e. Heya ku hikûmet wer xuya bike ku xwe dûr dixe, ew ê bi berdewamî zextan li ser rêveberiya Biden bikin ji bona wê beşdariyê.

Rûdaw: Ji destpêkê ve haya Amerîka ji proseya berhemanîn û hinartina petrola Herêma Kurdistanê heye. Çima hewl nade Bexda û Hewlêrê li hev bîne? Xasma ku biryara dawî ya Encumena Asayişa Navdewletî derbarê Iraqê de, derî li ber beşdarî û navbeynkariya NY û alîkariya derve jî vekir?

 

Matthew Zais: Ev ne diyar e. Li gor min, em dikarin vegerin dema berî ku sektora petrolê li Kurdistanê dest pê kir, ango gava destûr hat nivîsandin. Amerîka aliyekî girîng bû ku Bexda û Hewlêrê ji bo îmzakirina destûra niha ya Iraqê bîne ser maseyê. Hinek ji wan garantiyên ku Amerîka Herêma Kurdistanê piştrast kir ku di wê destûrê de hebin, niha bi van biryarên dadgehê di bin gefê de ne. Ji ber vê yekê, em niha dibînin ku hikûmeta Amerîkayê ku piştî 2005an derbas kir, niha heta radeyekê hinek bîreweriya wê heye li ser rola wê di çêkirina destûra Iraqê de û garantiyên ku ji Herêma Kurdistanê re hatin dayîn ji bo pêşxistina çavkaniyên enerjiyê. Xuya ye niha Amerîka di rewşekê de asê maye ku li hêlekê hewl dide danûstandinê li ser rêkeftineke nû ya atomî ligel Îranê bike û Tehranê hêrs neke. Her wisa reftara ligel Îranekê ku pir bi tundî dijminkar e û bandoreke nerênî li ser çarçoveyên destûrî û saziyên Bexdayê pêk tîne. Vê yekê bandor li ser dadweriyê jî kir, ji ber vê yekê niha rêveberiya Biden bi van kelemên mezin re rû bi rû maye û diyar jî e ku zehmet e.

Rûdaw: Iraq di qanûna budceya sala 2020ê de bi proseya berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê û girêbestên wê razî bû, lê çima Dadgeha Federal ew biryar da? Bi nêrîna te, ev hevrikiya siyasî ye?

Matthew Zais: Ez bawer nakim kesek hebe ku Iraqê baş nas bike û nizane ku ev biryara dadgehê ji ku hatiye û çima di vê demê de û bi vî awayî. Ev beşek ji darbeyeke dadwerî ya mezintir bû ku Îranê li Iraqê da destpêkirin. Ne tenê ev biryar bû, sê biryar hebûn, biryarek hebû ji bo pêşîgirtina li kekê Hoşyar Zêbarî da nebe serokkomar. Biryareke din hebû ji bo pêşîgirtina li hevpeymaniya sêalî ji bo çêkirina piraniyê û piştre jî ew biryara li dijî sektora neft û gazê hebû. Di vê derbarê de, Îran û Feyleqa Qudsê ya ser bi Sipaya Pasdaran darbeyeke gelekî bibandor a dadwerî li Bexdayê pêk anîn, ji bo pêşîgirtina li pêkanîna hikûmeteke ku hejmarek ji hevpeymanî û aliyên siyasî yên herî pêbawer li Bexdayê bêpar hişt. Em niha jî bandorên wê dibînin. Em kaosa siyasî dibînin û darbeya dadwerî ku Îranê pêk anî, nehişt ku Iraq li gor encamên hilbijartinên par hikûmetekê ava bike.

Rûdaw: Ez ê piştî bîskekê vegerim ser Îranê û çend nêrînên te li ser vê yekê wergirim, lê dema ku Amerîka di heyama rêveberiya Biden de xwe ji destwerdana rasterast li Iraqê diparêze, gelo dê di rojên pêş de rola Amerîka di mijareke wiha de çawa be? Bi baweriya te dê ev yek biqewime?

Matthew Zais: Nizanim. Li gor min, piraniya me bi vê hêviyê ne. Em difikirin ku Iraq ji bo aramiya Rojhilata Navîn girîng e. Hê jî rikeberî li ser cih heye ku bi wî awayê rikeberî li ser nîne ku tê ser hegemonyaya Îranê mîna Sûriye û Libnanê. Lê hîna jî hevrikî li ser Iraqê heye. Lê tevî tiştê ku Wall Street Journalê îro weşand, ez difikirim ku hegemonyaya Îranê li Bexdayê tu carî nola niha ne bihêz bû, ji ber vê yekê zehmet dibe ku em fêm bikin ka dê Amerîka çawa beşdarî rolekê bibe ku bi peywendî û jêderên wê re guncav be, her wiha pabendbûn û xweyekalîkirina wê di 20 salên borî de li Îraqê.

Rûdaw: Te di van demên dawî de, di çend nivîsên xwe de behsa wê yekê kir ku ev hemî fişarên li ser sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê hene, di bingeh de ji aliyê Îranê ve tên kirin. Gelo berjewendiya Îranê di vê yekê de çi ye?

Matthew Zais: Bi dîtina min gelek berjewendî hene. Herêma Kurdistanê bi vî şêweyê niha li bakurê Şamê mîna kelemê ye. Kontrol û şiyana hêzên Qudsê yên ser bi Sipaya Pasdaran heye ku bi serbestî ji Iraqa federal heya Şamê tevbilivin û ji wir jî bi rêya Beyrûtê ber bi Deryaya Sipî ve herin. Herêma Kurdistanê cureyek ji kelemê ye û hîna di rêza Rojava û Amerîkayê de ye. Sektoreke wê ya serbixwe ya neft û gazê heye ku veberhênanên biyanî dikişîne. Aborî û şêweyekê jiyana wê ya pêşkeftî hene. Her wisa ez jî wer difikirim ku petrol û gaz ji bo Îranê gef in, ger Herêma Kurdistanê bikare çavkaniyên gazê pêş bixe, dikare şûna hinartinên Îranê ji bo Tirkiyê bigire. Her wisa dikare piştgirêdana çêkirî ya Iraqê bi hawirdekirina gazê ji Îranê kêm bike, lewra bi baweriya min ji gelek aliyan ve gefê li armancên Îranê li Iraqê dixwe. Ji aliyê siyasî ve jî, wek me dît, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser armancên Îranê yên pêkanîna hikûmetekê li Bexdayê ku bersivdera Tehranê be gef e.

Rûdaw: Herî dawî dema Encumena Asayişa Navdewletî biryara dirêjkirina salekê ji bo karê nûnerê NY li Iraqê (UNAMI) pesend kir, erkekê nû lê zêde kir, ku ew jî danûstandina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye. Ev heya niha nehatiye kirin. Gelo ti hêviyeke te bi hewldanên NY li Bexdayê maye?

Matthew Zais: Binêre, Neteweyên Yekbûyî (NY) dikare roleke girîng bilîze, lê ez difikirim ku ger em li şopa NY li deverê, di nav de li Lîbyayê binêrin; bi baweriya min nabe ku em nefesekê ragirin û li bendê bimînin NY ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de li hana me were. Bi baweriya min, divê em hêvî bikin û pêşbînî bikin ku hêzên herêmî derkevin û bibin beşek ji diyalogekê ji bo bihêzkirina serweriya Bexdayê. Îcar binêre, me dît hefteya borî Sedr bi xwe qala wê newekheviyê kir ku wî di beşdariya NY de hest pê kiriye û got, ger NY roleke avaker dixwaze, divê doza zelalkirina zêdetir û gotûbêjên eşkere bike ji bo ku gelê Iraqê bi xwe bibihîze ka qala çi hatiye kirin, her wisa ji bo serkeftina reformên ku pir pêwîst in.

Rûdaw: Wezîrê petrolê yê Iraqê berî çend hefteyan got, giliyê wan li dijî Tirkiyê li Parîsê dê di dawiyê de li berjewendiya Iraqê beralî bibe, gelo li gor te dadgeha Parîsê dê li berjewendiya Iraqê biryarê bide?

Matthew Zais: Min komentên wî dîtin û bi dîtina min ew gelekî kurtbîn in û hilgirên sembolên elîta siyasî li Bexdayê ne ku biryaran li berjewendiya gelê Iraqê nadin. Gelo pêkan e biryareke dadgehê li Parîsê hebe ku di demeke kurt de li berjewendiya Iraqê be? Erê! Bê guman ev yek rast e, lê di demeke dirêj de dê bandoreke neyînî li ser Iraqê bike û rengvedana şikestina Iraqê ji bo danûstandina li ser peymaneke pir mezintir bi Enqereyê re ku bikaribe bêhtir xizmeta berjewendiyên Iraqiyan bike, xasma jî danûstandina bi Tirkiyê re li ser mafê avê û nakokiya sînor ku bi Iraqê re heye. Li şûna vê tu dibînî Enqereyeke te heye ku nikare hevtayê xwe yê berfireh û danûstandinkar li Bexdayê bibîne. Çunke her kes li wir, nemaze elîta siyasî, tenê li gor perspektîfa xwe ya teng danûstandinê li ser vê doza dadgeha Parîsê dike. Tiştê ku wezîrê petrolê dibîne bi tenê pirsgirêka enerjiyê ye, lê pirsgirêke pir ji vê mezintir e di peywendiyên Enqere û Bexdayê de. Lewra ne ecêb e ku ew gotinên wî, her wisa pir hêvîşikên in û di dawiyê de bandoreke neyînî li ser gelê Iraqê dikin.

Rûdaw: Eger dadgeha Parîsê li berjewendiya Iraqê biryarê bide, wê çaxê dê rewşa sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê çawa be?

Matthew Zais: Ev ne diyar e, ne diyar e ka wê çi biqewime û ne diyar e ka dê berteka Tirkiyê çi be yan jî dê bijardeyên li ber destê Herêma Kurdistanê çi bin. Biryar dê li ser boriyê bixwe be, çendîn alternatîv ji bo hinartina neft û çavkaniyan hene, lê dê derfeteke din ji Iraqê re peyda bibe ku bi Enqerê re danûstandinan bike. Pirs ev e ka gelo dê Bexda bibe ew hikûmeta ku bikare beşdarî danûstandinên navdewletî bibe bi hikûmeteke ku li ser asta navdewletî naskirî be, lê ne bi hikûmeteke karbirêker.

Rûdaw: Gelo di vê rewşa siyasî ya niha ya Iraqê de ku te nav lê kir kaos, egera vekişîna we heye? 

Matthew Zais: Ku Amerîka vekişe?

Rûdaw: Na, mebesta min şirketên petrolê ye?

Matthew Zais: Bi li berçavgirtina wê kaosa siyasî, erê. Bi baweriya min, te her niha dudiliya çend kompanyayên petrolê yên navdewletî dît ku hilberînên darayî yên mezin li Iraqê nakin heta ku serwerî û desthilatdariya Iraqê neyê çareserkirin. Bi baweriya min, tu vê yekê di rêkeftina pir mezin a Totalê de dibînî ku heya niha jî li ser masê ye. Bi baweriya min, nabe kes pêşbînî bike ku Total rêkeftinê ligel vê hikûmeta karmeşîner îmze bike. Nabe tu pêşbînî bikî ku kompanyayên mezin ên navdewletî yên petrolê, hilberînên mezin ên zêdetir li Iraqê bikin. Careke din bi sedema hebûna hikûmeteke karbirêker û kaosa siyasî. Lewra bi vegera li reh û kokên sedemê, kirîza siyasî ya Bexdayê û nekarîn û şiyana çareserkirina wê, dê bandoreke mezin li ser paşeroja Iraqê, paşeroja hilberîna navdewletî li Iraqê û di dawiyê de li ser paşeroja şiyana gelê Iraqê bike ji bo ku jiyaneke wan hebe ku xizmetguzariyên giştî tê da hebin ku hêjayî wan e.

Rûdaw: Ev yek ji bo Kurdistanê jî rast e. Bi dîtina te, dibe ku şirketên petrolê di xalekê de ji Kurdistanê vekişin, eger ev kaos û fişarên Bexdayê berdewam bin, her wiha fişarên li ser sektora petrola Kurdistanê?

Matthew Zais: Bi baweriya min divê em li bendê bimînin û bibînin. Tu dizanî ku şirketên navdewletî yên neftê di 15 salên borî de di gelek kêşeyan re derbas bûne. Ev ne kelema tikîtenê ye ku em pê re rûbirû dibin. Em rûbirûyî wê kêşeyê bûn ku DAIŞ li ber deriyê Herêma Kurdistanê bû, lê me karên xwe li wir berdewam kir. Em beşdar bûn û me hilberîn li Herêma Kurdistanê kir, ji ber ku bê guman Herêma Kurdistanê aramtirîn beşa Iraqê û aramtirîn beşa deverê ye û her bi vî rengî jî maye. Em jî îsrar dikin ku em wek hevbeş ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê karê xwe bikin. Em di wê baweriyê de ne ku em dikarin vê beşa dawî ya aloziyê derbas bikin û tenê hêviya me ew e ku civaka navdewletî careke din derkeve pêş û gefên li ser Bexda û gelê Iraqê, ji valahiya siyasî û mezinbûna rola Îranê li wir, cidî werbigire.       

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin