Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê civiyan

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya serdana xwe ya bo Brîtanyayê de, îro li gel Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Ben Wallace civiya. Ben Wallace tekezî li ser piştgiriya welatê xwe bo Iraqê û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de kir û ragihand, erkên hêzên Brîtanya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de berdewam dibe.

Di civînê de Wezîrê Hêzên Çekdar ê Brîtanyayê James Heappey û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de “pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê li Iraqê û metirsiyên serhildana DAIŞê hatin gotûbêjkirin û herdu alî hemfikir bûn ku DIAŞ hêj jî li ser asayîş û aramiya Iraq û navçeyê û cîhanê gef û metirsiyeke rastîn e û hêj jî piştgîrî û alîkariya civaka navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûn û jinavbirina wê pêwîst e.”

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê, Ben Wallace di hevdîtina li gel Nêçîrvan Barzanî de tekezî li ser “berdewamiya beşdarî û erkê hêzên welatê xwe  di çarçoweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de kir û hemû piştgîriyeke Şahnişîna Yekgirtî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûna terorê de dûpat kir. Herwiha pesnê qurbaniyan û rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê di têkşikandina DAIŞê de da û pêzanînên xwe nîşan da.”

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de herwiha tê gotin, “Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo rola Brîtanya û piştgîrîkirina li Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de dubare kir û hevkariyên serbazî yên Brîtanyayê bilind nirxand, bi taybet jî bal kişand li ser hebûna şêwirmedan û tîmên wan û fêrkirin û rahênana bi Pêşmerge kir.”

Li gor Serokatiya Herêma Kurdistanê, “girîngiya alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bi piştevaniya hevpeymanan ji bo rûbirûbûna terorê, çaksazî û pêngavên ji bo yekxistina Pêşmerge, rewşa emnî ya Iraq û navçeyê bi giştî û çend pirsên din ên girîng û hevbeş”, mijarên din ên civînê bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin