Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Tirkiyê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Tirkiyê civiyan

Hevdîtin ji medyayê re girtî bû û saetek û 50 deqîqe ajot.

A+A-

Li Koşka Çankaya, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bi Ala Kurdistanê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Ev cara duyemîn e ku li Tirkiyê di pêşwazîkirina Barzanî de Ala Kurdistanê tê danîn.

Cara yekem di serdema Serokwezîrtiya Ahmet davutoglu de Ala Kurdistanê di merasîma pêşwazîkirina Barzanî de hatibû danîn.

Di hevdîtinê de Berdevkê Seroktîya Herêma Kurdistanê Fûad Husên û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bêşdar bûn. Li gel serokwezerê Tirkiyê  Wezîrê Enerjîyê Berat Albayrak û endamê Meclîsa AKPê Mehdî Eker ê Bismilê jî amade bûn. Hevdîtin ji medyayê re girtî bû û saetek û 50 deqîqe ajot.

Herweha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Serokê Herêma Kurdistanê qebûl kiribû; li gorî agahiyên malpera T24ê di hevdîtina Erdogan û Barzanî de mijara PKKê û tevlê DAIŞê têkoşîna bi rêxistinên terorîst re hatiye nirxandin.

Herweha  ew di hevdîtinê de; ji bo bidawîanîna faaliyetên dibistan û saziyên FETO yên li Herêma Kurdistanê divê çi gav werin avêtin, axaftine.

2016-08-23-barzani.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin