Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîra Îtalyayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîra Îtalyayê civiyan

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni re civiya. Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Giorgia Meloni “Tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Îtalyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 13ê Nîsana 2023an piştî civîna xwe ya bi Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni re li bajarê Romayê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî, “Ez kêfxweş bûm ku îro li Romayê bi Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni re civiyam.”

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku bi Serokwezîra Îtalyayê re tekezî li ser berdewamiya berfirehkirina peywendiyan kirine û her wiha got, “Min spasiya serokwezîr kir ji bo piştevaniya Îtalyayê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê di rojên dijwar de.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got, “Di hevdîtinê de her du aliyan behsa pêşxistina peywendiyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê û Iraqê de kirin û tekezî li ser berfirehkirina hevkariyên di hemû waran de hat axavtin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Meloni tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Îtalyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser giringiya peywendiyên Îtalyayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û aştî û aramiya wan kir.

Her wiha pêşhatên dawî yên Iraqê, gotûbêj û pêngavên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û rewşa herêmê mijareke din a hevdîtinê bû.

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî zêdetirî sê mehan piştî serdana Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî îro Pênçşemê 13ê Nîsana 2023an li Romayê bi Serokê Senatoya Îtalyayê Giannizio La Russa re civiya û û spasiya piştevaniya Îtalya bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir.

Serokê Senatoya Îtalyayê spasiya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û rola Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de nîşan da û got, em spasiya we dikin ku li ser navê cîhanê we di eniya pêşiyê ya li hember şer de cih girtiye.

Giannizio La Russa her wiha peywendiyên welatê xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re jî giring binav kir.

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin