Serokê Herêma Kurdistanê ji rûdanên Şingalê xemgîn e

Serokê Herêma Kurdistanê ji rûdanên Şingalê xemgîn e

Serokê Herêma Kurdistanê gelek nîgeran û xemgîn e bi van rûdanan û rênimayiyên pêwîst jî pêşkêşî aliyên peywendîdar û Wezareta Pêşmerge kiriye bo ku kontrola rewşê bikin û nehêlin geş bibe.

A+A-

 

Serokê Herêma Kurdistanê gelek nîgeran û xemgîn e bi van rûdanan û rênimayiyên pêwîst jî pêşkêşî aliyên peywendîdar û Wezareta Pêşmerge kiriye bo ku kontrola rewşê bikin û nehêlin geş bibe.

Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah di 04.03.2017 peyamekê di derbarê rûdanên roja înê 03.03.2017 ya li komelgeha Xanesor ya li devera Şingalê de daye ku ev peyam di malpera resmî ya seroktîyê de çap bûye dibêje; “Serokê Herêma Kurdistanê gelek nîgeran û xemgîn e bi van rûdanan û rênimayiyên pêwîst jî pêşkêşî aliyên peywendîdar û Wezareta Pêşmerge kiriye bo ku kontrola rewşê bikin û nehêlin geş bibe.

Li gel eve jî divê hemû aliyek bizanin li Herêma Kurdistanê da tenê dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsin ji îdareya Herêmê. Di heman demî de hîç aliyek nikare dest bixe nav karubarên Herêma Kurdistanê rê li tevgera Pêşmerge bigre.”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin