Serokê Giştî yê PAKê:‘’Guhertinên destûrê, mixabin dîsa Kurdan tune dihesibîne’’

Serokê Giştî yê PAKê:‘’Guhertinên destûrê, mixabin dîsa Kurdan tune dihesibîne’’

Serokê Giştîyê PAKê Mustafa Ozçelîk roja 07.12.2016an seredana Teşkîlata Batmanê ya PAKê kir.

A+A-

 

2-006.jpg3-003.jpg

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li Elîhê(Batman) Axaft:

Mustafa Ozçelîk li Teşkîlata Batmanê, li gel endam û rêveberên PAKê  civînek li dar xist.

Di civînê de  di derbarê xebatên PAKê de agahadarî da û li ser rewşa sîyasî ya Kurdistanê û Tirkîyê de  bîr û bawerîyên PAKê bi endam û rêveberan re parve kir.

Piştî civîna li gel endamên PAKê, Mustafa Ozçelîk civîneke çapemenîyê lidar xist.Gelek dezgehên ragehandinê,TV û rojname beşdarî vê civîna çapemenîyê bûn.Berîya civînê jî, piştî civînê jî daxuyanîyên taybet jî da TV û rojnameyan.

Mustafa Ozçelîk, di axaftina xwe ya di civîna çapemenîyê de bal kişand ser Rewşa Awarte û tesîra wê ya li ser xebatên sîyasî, demokratîk, rojnamevanî û sivîl û got ‘’Nuha li gelek bajaran şaredar ji wazîfê hatine bi dûr xistin, qeyûm hatine tayîn kirin, parlamenter ,rewşenbîr, sîyasetvan, rojnamevan  hatine girtin, gelek TV û rojname ji ber vê Rewşa Awarte hatine daxistin.

Gelo Dewleta Tirkîyê nizane ku  bi van rê ûsûlan dê nikaribe tu pirsgirêkan çareser  bike? Ma eve 93 sale her ne ev  şêweye ku hatîye bikar anîn? Baş e heger wekî dewlet tu hemû rêyên siyasî, sivîl, demokratîk li Kurdan bigire, tu dixwazî çi bikî?Tu dixwazî berê Kurdan gişta bide şerî? Tiştên îro rûdidin, dubare û sêbare kirina sîyasetên pûç û îflas kirîye’’.Di berdewamîya axaftina xwe de Mustafa Ozçelîk bangî Dewleta Tirk kir û git ‘’Eve 93 sale, ev siyaseta ku hûn îro dimeşînin, bi aktorên cuda cuda we meşandîye. Ev siyaseta şerî û asêkirina çareserîya sîyasî ne tu rê ye. Divê hûn dest ji vê sîyasetê berdin’’. Mustafa Ozçelîk bangî PKKê jî kir û got ‘’Ev şer zerarê dide gelê me, dide welatê me, dide doza azadîya Kurdistanê. Divê bêyî teredut hûn vî şerî rawestînin’’.

Di derbarê gengeşîyên li ser sîstema serokatîyê û guhertinên Destûra Tirkîyê de jî, Mustafa Ozçelîk got ‘’Ev gengeşîyên guhertina Destûrê mixabin dîsa  li ser tune hesibandina Kurdan têne meşandin.Guhertinên ku di rojevê de ye , dîsa behsa hebûna miletê Kurd, mafê wî yê netewî, demokratîk û  kollektîf nake. Herkes dîsa wekî Tirk tê hesibandin.Zimanê Kurdî dîsa tune ye û perwerde her li ser  red kirina zimanî Kurdî ye.Belê Kurd jî, zimanê Kurdî jî,Kurdistan  jî, mafê statuyeke li ser esasê wekhevîyê jî, tu mafên netewî yê miletê Kurd jî di nav van guhertinan de tune ye.Tu guhertinên ku li Tirkîyê jî rê li ber azadî, demokrasî, wekhevî û edaleta etnîkî, civakî, olî, mezhebî veke jî di nav van guhartinan de tune ye.Başe ma ev ne mijûl kirin e, ev ne neheqî û heqaeret e ku li gelê Kurdistanê jî, li yê Tirkîyê jî tê kirin?’’

Mustafa Ozçelîk di berdewamîya axaftina xwe de, li ser sîstema serokatîyê jî bîr û rayên xwe anî zimanî. Özçelîk got ‘’Pirsên ku dibêjin ma sîstema serokatîyê , an sîstema parlamentoyê baş e, demokratîk e; pirsên xelet in. Hin sîstemên serokatîyê lê demokratîk in jî hene; hin sîstemên parlamentoyê lê dîktatorî ne jî hene. Ya girîng ew e ku çi sîstem bi xwe re çi tîne. Îro li Tirkîyê û li bakurê Kurdistanê, ev destûr û parlamentoya heyî, li ser tune hesibandin û carina jî li ser hesabê tunekirina miletê Kurd dimeşe. Heger  sîstema serokatîyê , her dîsa li ser vê destûrê be; her miletê Kurd tune bihesibîne û di ser re de jî, temama desthilatdarîyê bixe destê şexsekî, helbete ku tu sebeb tune ye ku Kurd piştgirîya vê sîstemê bikin. Tu sîstema ku miletê Kurd wekî şirîkekî nebîne , mafê wê qebûl neke, ma Kurd dê çima  piştgirîya wê bikin’’.

Mustafa Ozçelîk rexne li rêveberîya Rojavayê Kurdistanê, li PYD û TEVDEMê anî, ku sîstema yek rengî û yek dengîyê li ser miletê Kurd ferz dike. Girtina sîyasetmedaran, êrîşên li ser baregayên partîyan û xwepêşanderan jî wekî kiryarên xeter ku azadî û demokrasîyê dikuje, yekrêzî û yekgirtina nava mala Kurd têk dide, binav kir.

Li cîhê ku TEVDEM li gel ENKSê û partîyên din yên Kurdan protokolên Hewlerê û Dihokê pêk bînin, îdareyeke hevbeş bi hevdu re damezrînin; bileqsê wê, dixwaze hemû partîyên li derveyî xwe tune bihesibîne, rê li ber xebata wan bigire. Miletê Kurd ê ku  bi sedan sale di bin zilm, zordarî, qetlîam û neheqîyên dewletên dagirker de dinale û birçîyê azadîyê ye; mixabin îro di bin destê îdareyeke Kurdî de her tûşî neheqî û zilmê dibe. Ev jî nayê qebûl kirin. Divê her Kurd bizanibe ku serkeftin û azadî dê  bi yekgirtineke li ser nirxên netewî bê bidestxistin.

Li Rojavayê Kurdistanê an li her dereke cîhanê kî bi çi awayî bêrêzî, heqaretê li ala Kurdistanê bike, em wan şermezar dikin.Her Kurdekî ku hurmeta  wî ji  şehîdên Kurdistanê û ji nirxên miletê Kurd yên netewî hebin divê li dijî kiryarên weha derbikeve’’.

Di derbarê şerê rizgar kirina Mûsilê û rewşa başûrê Kurdistanê de jî Mustafa Ozçelîk got ‘’Îro dewleteke bi navê Iraqê nemaye, bes li li ser kaxezê navê wê maye. Êdî mafê kesî tune ye ku miletê Kurd mecbûrî Bexdaya ku ne şirîkatîyeke li ser esasê wekhevîyê qebûl dike, ne jî rêzê li îradeya gelê Kurdistanê digire, bike.

Em piştgirîya serwebûna başûrê Kurdistanê dikin. Em piştgirîya sîyaseta Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî dikin.Em bangî hemû partîyên başûrê Kurdistanê dikin ku bi yekrêzî û bi yekdengî vê mizgînîya serxwebûnê bidine hemû Kurdên cîhanê. Mafê tu kesî tune ye, vê hêvîya miletê me bişkîne. Kurdistan ya me gişa ye, şehîdên canê xwe feda kirine jî yên me gişa ne.

Divê ji bo şehîdên xwe em destê xwe bidine hevdu, planên xêrnexwazan tên bibin.Helbete ya baş ewe ku li gel Bexdayê bi rêyên aştîyane, bi dîyalog û lihevkirinê  ev serxwebûn bê îlan kirin. Çawa ku Çek û Silowak  bi aştîyane , bi rizamendîya herdu alîyan ji hevdu cuda bûn, Kurdistan û Iraq jî dikarin bi eynî şêweyê ji hevdu cuda bibin. Ev şêwe , dê rê li hemû destwerdan û projeyên têkdanê û dijminatîyê  re jî bigire. Lê çawa ku eve 200 sale kesî nikarîbû doza azadîya gelê Kurdistanê ji holê rabike; tu kes ji îro pêde nikare rê li ber serxwebûna Kurdistanê jî bigire’’. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin