Serokê Giştî yê PAKê Seredana Baroya Amedê Kir

Serokê Giştî yê PAKê Seredana Baroya Amedê Kir

Mustafa Ozçelîk pîrozbahîya serok û rêveberîya nû ya Baroya Amedê kir û serkeftin ji wan re xwest

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel Cîhgirên Serokê Giştî Nurî Sınır, Nurullah Tîmûr û endama Komîteya Bireveberîya Navendî Serap Aldemîr roja 24.10.2016an seredana Baroya Amedê kirin.

Heyeta PAKê ji alîyê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û rêveberên baroyê Mahsum Bati û Nahît Eren ve hate pêşewazî kirin.

Mustafa Ozçelîk pîrozbahîya serok û rêveberîya nû ya Baroya Amedê kir û serkeftin ji wan re xwest.

Ahmet Ozmen jî li ser navê baroyê spasîya heyeta PAKê kir.

Heyeta PAKê û rêveberên Baroya Amedê di derbarê rewşa giştî ya Tirkîyê û Kurdistanê, di derbarê şerê heyî de bîr û rayên xwe pêşkêşî hevdu kirin. Ahmet Ozmen di derbarê kuştina rehmetî Tahîr Elçî de malûmat da.

Hevdu dîtina heyeta PAKê û rêveberîy Baroya Amedê di atmosfereke dostane de derbas bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin