Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk: Spas ji Komeleya Dêrikîyan a Li Stenbolê Re

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk: Spas ji Komeleya Dêrikîyan a Li Stenbolê Re

.

A+A-

"Komeleya Çandî û Piştgirîyê ya Dêrikîyan ya li Stenbolê îro(26.12.2021) mehzûbanîya min kir, me li komeleyê civîneke sobetê li dar xist.

Civîn di cîhê Komeleyê hate çêkirin. Berîya hefteyekê jî li ser malpera Facebookê ya Komeleyê (Mazî Derik) agahdarîya vê civînê hatibû belav kirin.

Komeleya Dêrikîyan a Li Stenbolê , dixwaze karsaz, akademîsyen, burokrat, sîyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, alimên olî, aktîvîstên dezgehên sivîl, kesayetên ku di beşên cuda cuda yên jîyanê de derketine pêş, bi Dêrikîyan bidin nasîn û dîyalogekê di navbeyna wan û Dêrikîyan bihûne. Komele, wek xebateke nû van civînan dê li dar bixe. Di van civînan de kesayetên Dêrikî yên di beşên cuda cuda yên jîyanê de derketine pêş, dê bi Dêrikîyên li Stenbolê re bikaribin sohbetê bikin û van kesayet dê behsa kar, aktîvîte, fikir, berhem û jîyana xwe bikin.

Mêvanê ewil ê van civînên sohbet û danasînê nivîskar û rewşenbîrê Kurd ê Dêrikî kek Enwer Karahan bû.

Ez bi xwe jî endamê Komeleya Dêrikîyan a li Stenbolê me. Lê îro, wek Serokê Giştî yê PAK, ez jî mêvanê duyem ê vê xebata nû ya komeleyê bûm.

Civîn îro(26.12.2021) hate li dar xistin.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun û Mehmet Gul, endamên Meclîsa PAKê Mehmet Dortyama û Seyîd Bayram, Serokê DGDyê(Dogu ve Guneydugu Dernekler Platformu) Abdulhakim Daş û rêvebirên DGDyê jî beşdarî civinê bûn.

Dêrikîyên me yên li Stenbolê jî eleqeyeke baş nîşanî civînê dan.

Moderatorîya civînê kek Enwer Karahan birêvebir.

Min di civînê de, behsa kurte jîyana xwe, girîngîya komeleyên mehelî û rola Komeleyên Dêrikîyan ên li bajarên cuda cuda kir. Min behsa partîya me PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)kir. Min di derbarê bîr û bawerî, sîyaset û bernameya PAKê de, di derbarê doza girtinê ya di heqê PAKê de aghdarî dan. Beşdarên civînê jî pirsên xwe kirin. Heta ku ji destê min hat, min jî bersîva pirsan da. Civîn di atmosfereke samîmî, dostane û berhemdar de derbas bû.

Di dawîya civînê de Serokê Komeleya Çandî û Piştgirîyê ya Dêrikîyan ya li Stenbolê Birêz Sedat Gungorur Plaketek da min.

Bi hêvîya ku Komeleya Dêrikîyan a Li Stenbolê van civînan berdewam bike, kesayetên Dêrikî yên di beşên cuda cuda yên jîyanê de derketine pêş bikaribin bi Dêrikîyên li Stenbolê sohbetan bikin.

Herweha ez hêvî dikim ev gava ku Komeleya Dêrikîyan a Li Stenbolê avêtîye ji hemû komeleyên Dêrikîyan û ji hemû komeleyên mehelî re jî bibe wek nimûne da ku di vê mijarê de kultureke nû destpê bibe.

Ez careke din ji ber amade kirina vê civîna, ji ber vê keda wan a hêja û ji ber wê plaketa ku ji bo min xwedîyê nirxeke pir mezine dane min; ez spasîya Serokê Komeleya Çandî û Piştgirîyê ya Dêrikîyan ya li Stenbolê Birêz Sedat Gungorur û spasîya hemû endamên Rêveberîya Komeleyê dikim. Li gel tedbîrên Covîd19ê jî , ez ji bo beşdarîya wan spasîya hemû hemşerîyên me yên Dêrikî dikim.

Ji bo moderatorîya wî spasîya kek Enwer Karahan dikim.

Spasîya Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê kek Kasim Ergun û kek Mehmet Gul, endamên Meclîsa PAKê kek Mehmet Dortyama û kek Seyîd Bayram, Serokê DGDyê(Dogu ve Guneydugu Dernekler Platformu) kek Abdulhakim Daş û rêvebirên DGDyê û hemû kesayetên ku beşdar bûne dikim.

26.12.2021

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

10-042.jpg9-048.jpg7-067.jpg5-120.jpg6-091.jpg4-164.jpg3-202.jpg2-211.jpg1-196.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin