Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik:  Ez Ciwanê Kurd Cemil Karahan Pîroz Dikim

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Ez Ciwanê Kurd Cemil Karahan Pîroz Dikim

.

A+A-

Ciwanê Kurd Cemil Karahan li Abu Dabiya paytextê Îmaratê , di şampiyonaya werzişa JIU-JITSU (Judoya Brazîlî) ya 2021ê de, di kategoriya xwe ya 94 kîloyê de li ser navê Dewleta Swêdê bû şampiyonê cîhanê û Xelata Zêr wergirt.

Cemil Karahan piştî ku Xelata Zêr wergirt , di şampîyonaya Abu Dabiyê de Alaya Kurdistanê jî bilind kir.

Cemil Karahan ciwanekî ji Bakurê Kurdistanê ye, di sala 1991ê de li navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya bajarê Mardînê xwedê daye.

Cemil Karahan kurê kek Enwer Karahan ê nivîskar , rewşenbîrê Kurd e û birazîyê rehmetî kek Edîp Karahan ê sîyasetmedar, nivîskar, rewşenbîrê Kurd e.

Gava ku Cemil Karahan zarokekî 7 salî bû, malbata wî ji ber sebebên sîyasî mecbûr maye li Swêdê bicîh û war bibe.

Cemil Karahan, ji 1998ê ve li Swêdê mezin bûye, hemwelatîyê Swêdê ye û unîwersîte li Swêdê xelas kirîye.

Cemil Karahan sala 2012an dest bi werzişa JIU-JITSU (Judoya Brazîlî) kirîye.

Cemil Karahan heta nuha di şampîyonayên Swêdê û Ewropayê de gelek xelatên zêr girtiye. Di sala 2020ê , di şampîyonaya cîhanê de xelata bronz wergirtîye.

Îsal jî , li Abu Dabiya paytextê Îmaratê , di şampiyonaya werzişa JIU-JITSU (Judoya Brazîlî) ya 2021ê de, di kategorîya xwe ya 94 kîloyê de bû şampiyonê cîhanê û Xelata Zêr wergirt.

Cemîl Karahan ji bilî van xelatan, li Swêdê, di sala 2018an de, `Xelata Kesayetê Nimûne` ya salê wergirt û di sala 2019an jî hêjayî ‘Xelata Gel’ hat dîtin.

Cemil Karahan li ser navê Dewleta Swêdê beşdarî şampîyonayan dibe, lê belê , ji ber ew ciwanekî ku bi hest û dilsozîya Kurd û Kurdistanî mezin bûye, Alaya Kurdistanê her di paxila wî de , li ser cilê wî yê werzîşê de neqişandîye û gava xelatê werdigire, her Alaya Kurdistanê jî nîşanî cîhanê dide. Cemil Karahan piştî ku Xelata Zêr wergirt , di şampîyonaya Abu Dabiyê de Alaya Kurdistanê jî bilind kir.

Bi hêvîya ku Cemil Karahan ên me zêde bibin û bi hêvî û bawerîya gelê mê dê wê rojê jî bibîne ku Cemil Karahan û kesayetên wek wî, li ser navê Dewleta Kurdistanê jî di şampîyonayên cîhanê de xelatên weha giranbuha werbigirin, ez ciwanê Kurd Cemîl Karahan pîroz dikim.

Cemîl Karahan rûmet û serbilindîya me hemû Kurd û Kurdistanîyan e. Berdawamîya van serkeftinan jê re dixwazim.

Ez bi vê minasebetê Hatîce xan a dîya Cemil , kek Enwer ê bavê Cemîl û hemû malbata wan jî pîroz dikim.

29.11.2021

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Bixwîne: Ciwanê Kurd Cemîl Karahan bû şampiyonê cîhanê

2-191.jpg3-182.jpg4-149.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin