Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Em bi wefata welatperwerê Kurd Hemîd Kiliçaslan gelekî xemgînin

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Em bi wefata welatperwerê Kurd Hemîd Kiliçaslan gelekî xemgînin

.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ji bo koça dawî ya siyasetmedarê Kurd Hemîd Kiliçaslan peyama sersaxîyê belav kir.

"Welatperwerê Kurd, Berdevkê PDK-Bakur kek Hemîd Kiliçaslan(Hemîdê Smeîlaxa) roja 27.11.2020an di seet:02.30an de , li Nexweşxaneya Enqereyê çû ber dilovanîya xwedê.

Kek Hemîd Kiliçaslan 40 roje li nexweşxaneyê tedawîya covîd-19yê didît. Lê di demeke ku bi ber başîyê ve diçû, mixabin bi celteya dilî çû ber dilovanîya xwedê.

Kek Hemîd Kiliçaslan, ji 50 salî zêdetire wek kadroyekî pêşeng, wek kedkarekî dilsoz, wek sîyasetmedar, zimanzan û rewşenbîrekî Kurd, xebata doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê meşandîye.

Em bi wefata kek Hemîd gelekî xemgînin.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê sersaxîyê ji hemû malbat û heval û hogirên kek Hemîd re, ji PDK Bakur re dixwazim. Serê gelê Kurdistanê sax be."

27.11.2020

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin