Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: ‘’Divê aqilîyeta Dewleta Tirk ji nû ve bê format kirin’’

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: ‘’Divê aqilîyeta Dewleta Tirk ji nû ve bê format kirin’’

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik roja 02.08.2016an li Wanê civîneke çapemenîyê lidar xist.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik roja 02.08.2016an li Wanê civîneke çapemenîyê lidar xist.

Gelek TV, rojname û dezgehên ragehandinê yên Wanê beşdarî vê civînê bûn.

Mustafa Özçelik got, ‘’Dewleta Tirk ev 90 sal e, dixwaze bi siyaseta asîmîlasyon, înkar, îmha, darbeyên eskerî, rewşên awarte, bi şer û kuştinan ve meseleyên heyî çareser bike. Lê  êdî divê dest ji vê siyasetê berde. Jibo vê jî divê aqilîyeta Dewleta Tirk ji nû ve bê format kirin’’

Mustafa Özçelik bal kişand wê yekê ku, ji bo pêk anîna aqilîyeteke nuh jî, gava ewil ewe ku, Dewleta Tirk rastîya miletê  Kurd û ya Kurdistanê qebûl bike û bi awayekî şefaf, çareserîyeke sîyasî dest pêbibe.

Di derbarê sîyaseta Kurdan de jî  Mustafa Ozçelik got ‘’Pêwîstîya kultura  sîyaseteke nuh,  ya rêya çareserîyeke nuh û pêwîstîya aqilîyeteke Kurdistanî , bûye sebebê esasî ku PAK derketîye holê’’. Mustafa Özçelik di berdewamîya axaftina xwe de weha got ‘’ Îro ev gava PAKê ya partîyeke azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî û edaletê ji xwe re dike rêbaz , di nava cıvata Kurdistanê de bi eleqeyeke baş tê pêşewazî kirin’’.

Mustafa Özçelik got ‘’Çi rûdan û gavên eskerî, sîyasî , aborî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkîyê  pêk tên,  aşkere ye ku bi rûdan û pêşkeftinên  li parçeyên din yên Kurdistanê pêk tên ve jî girêdayî ye. Îro ev hewla darbeya eskerî, îlan kirina rewşa awarte û şerê ku ev saleke berdewam ejî, herweha eleqeyeke esasî bi destkeftinên başûr û Rojavayê Kurdistanê ve he ne.

Di derbarê sîyaseta Serokkomar û Hikûmeta AKPê ya ku îro tê meşandin de jî Mustafa Özçelik weha got  ‘’Serokkomar û hikûmeta APKê, di her gavên xwe de wek ku bêje ‘duhî duhî bû, îro jî îro ye’ tevdigere. Çi tê hesabê wan wê dibêjin, wê dikin. Tiştekî ku duhî gotibe yan jî kiribe, îro dikare ji sedî sed zidê wê bike û bêje. Di vê derbarê de Mustafa Ozçelik HDP jî rexne kir û got ‘’HDP jî çi tê hesabê wê dike. Saleke berê gava şer destpê bû, HDPê jibo siyaseta xendek û barîkatan ya bi navê ‘ozyonetim’ê dihat tedbîq kirin digot ‘ev berxwedana gêncan e, divê em piştgirîya wê bikin’. Lê îro bangî PKKê dike dib3eşe ‘şer rawestîne’. Heger HDPê saleke berê bi me re ji PKKê re gotibûya ku ‘dest ji vê sîyaseta xendek û barîkatan berde’; wê gavê dê maneyeke vê banga HDPê ya nuh hebûya. Vê sîyaseta xelet, deformasyon û texrîbateke mezin di hişmendîya civatê de çêkirîye.

Mustafa Özçelik di dawîya civîna çapemenîyê de bangî  Dewleta Tirk û PKKê kir.  Ji Serokomar, Hikûmet û rayedarên Dewletê re got ‘’Dest ji vê sîyaseta ku ev 90 sale li ser esasê şîdet û neçareserîyê ve tê meşandin berdin.Hemû tecrubeyên heyî, bes rêya demokrasîyê û rêya  qebûl kirin pêk anîna maf û  azadîya  miletê Kurd nîşanî me dide.Werin em vê carê vê rêyê bicerîbînin’’

Mustafa Özçelik jibo PKKê jî got ‘’Divê PKK bê qeyd û şerd dest ji vî şerî berde.  Ev şer tu feydeya wê ji gelê me re tune ye, zerarê dide me. Doza azadîya Kurdistanê nabe ku bi şerî ve asê kirin. Hemû partîyên bakurê Kurdistanê xwedîyê vê dozê ne. Bi beşdarîya hemû partîyên Kurdan  , bi rêya dîyalogê pêvajoya  çareserîya sîyasî  ya rasteqîn divê destpê bibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin