Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, çû serdana Nûnertiya PDK Îranê ya Fransayê

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, çû serdana Nûnertiya PDK Îranê ya Fransayê

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li Parîsê seredana Nûneratîya PDK Îranê ya li Fransayê kir

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik roja 02.02.2019an li Parîsê ligel rêvebirên PAKê yên Fransayê Rêzdaran Îhsan Aydin û Faysal Taşkiran seredana Nûneratîya PDK Îranê ya li Fransayê kirin.

Serokê PDK Îranê Rêzdar Mustafa Hîcrî ji bo hinek karên partîya xwe niha li Ewrupayê ye.

Di seredana heyeta PAKê de, Serokê PDK Îranê Rêzdar Mustafa Hîcrî jî ligel Nûnerê PDK Îranê yê li Fransayê Rêzdar Xusro Abdulahî û rêvebirên ofîsa Parîsê ya PDK Îranê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Di seredana heyeta PAKê de, herdu alîyan, di derbarê rewşa Rojhilat û Bakurê Kurdistanê û bi giştî rewşa her çar perçeyên Kurdistanê de bîr û rayên xwe anîn ziman.

Herweha Rêzdar Mustafa Özçelik di derbarê hilbijartinên herêmî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê de agahdarî da heyeta PDK Îranê.

Hevdîtina heyeta PAKê ya ligel Rêzdar Mustafa Hîcrî û nûnerên PDK Îranê di atmosfereke dostane de derbas bû.

pdki1.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin