Serokê Giştî yê PAKê li Londonê hevdîtinek bi Wezareta Derve ya Îngîlistanê pêk anî

Serokê Giştî yê PAKê li Londonê hevdîtinek bi Wezareta Derve ya Îngîlistanê pêk anî

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel endamê Meclîsa PAKê Nîmet Mumtaz Aydin û endamê Komîteya Fransayê Faysal Taşkiran roja 05.09.2016an li Londonê bi nûnerên Wezareta Derve ya Îngîlîstanê hevdîtinek pêk anî

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Li Londonê Hevdîtinek Bi Wezareta Derve ya Îngîlistanê Pêk Anî

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel endamê Meclîsa PAKê Nîmet Mumtaz Aydin û endamê Komîteya Fransayê Faysal Taşkiran roja 05.09.2016an li Londonê bi nûnerên Wezareta Derve ya Îngîlîstanê hevdîtinek pêk anîn.

Li ser navê Wezareta Derve ya Îngîlîstanê  ji  Buroya Ewrûpa Maseya Tirkîyê John Riley û Alistair Kelsey pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Mustafa Ozçelîk jibo vê hevdîtinê spasîya xwe pêşkêş kir û di derbarê PAKê de bi berfirehî agahdarî da.

Mustafa Ozçelîk bîr û rayên PAKê yên di derbarê çareserîya pirsa Kurdistanê, sîyaseta Dewleta Tirk ya di derbarê mafê netewî û demokratîk yên miletê Kurd de nêrînên xwe anî ziman.Herweha di derbarê  rewşa başûr , rojava û rojhilatê Kurdistanê de nêrînên PAKê anî ziman.

Mustafa  Ozçelîk got ‘’Îro li bakurê Kurdistanê şerekî ku gelê me jê zerarê dibîne berdewam e. Di vî şerî de Dewleta Tirk dixwaze destkeftîyên heyî  ji holê rabike û rê li ber xebata sîyasî  û sivîl ya gelê Kurdistanê bigire; dixwaze berê Kurdan bide şerî. Lê şer zerarê dide Kurdan, em ne li gel şerî  ne’’.

Mustafa Ozçelîk daxwaz ji  Dewleta Îngîlîstanê kir ku ji bo ev şera raweste, jibo Tirkîye hebûna miletê Kurd di destûra xwe de qebûl bike û mafên netewî demokratîk pêk bîne, roleke aktîf bilihîze. Herweha got ‘’ Em daxwaz dikin ku Îngîlîstan piştgirîya meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê ,piştgirîya destkeftîyên gelê me yên  Rojavayê Kurdistanê û piştgirîya doza azadîya gelê me  ya li rojhilatê Kurdistênê bike’’.

Mustafa Özçelik got em dixwazin li gel Dewleta Tirk bi rêyên aştîyane, sîyasî û demokratîk , bi rêya dîyalogê pirsên xwe çareser bikin.

Nûnerên Wezareta Derve yên Îngîlîstanê jî gotin ‘’Em li gel wê yekê ne ku hemû pirs û pirsgirêk bi rêyên aştîyane, bi dîyalogê  bêne çareser kirin’’.

Mustafa Ozçelîk daxwaza berdewamîya van hevdîtinan kir û dubare spasîya xwe anî ziman. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin