Serokê Giştî yê PAKê: "Hêza gelê me dikare rê li ber şer bigire"

Serokê Giştî yê PAKê: "Hêza gelê me dikare rê li ber şer bigire"

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik roja 16.04.2016ê li Qosera navçeya Mêrdînê konferansek bi navê "Rewşa Kurdistanê û helwesta PAKê" da.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik roja 16.04.2016ê li Qosera navçeya Mêrdînê konferansek bi navê "Rewşa Kurdistanê û helwesta PAKê" da.

Konferans bi beşdarîya gelek partîyên Bakur û Rojavaya Kurdistanê, dezgehên sivîl , nûnerên çapemenîyê û bi beşdarîya girseyeke gelek ber bi çav lidarket.

Serokê Teşkîlata Mardînê ya PAKê Bedran Acar di destpêkê de axaftinek di derbarê armanca konferansê de kir. Paşê bi sirûda netewî ‘’Ey Reqîb’’e rêz li hemû şehîdên Kurdistanê hete girtin.

Konferans ji du beşan pêk hat. Di beşa yekem de Mustafa Özçelik bi Kurdî bîr û rayên PAKê yên di derbarê rojevê de û yên bi giştî anî ziman. Di beşa duyem jî ji pirsên beşdaran û bersivên Mustafa Özçelik pêk hat. Konferans 3 saetan berdewam kir. Rewşenbîrê Kurd Ahmedê KurdÎ jî bi helbest û axaftina xwe konferans geş kir.

Mustafa Özçelik bi giştî behsa xebatên PAKê, sîyaseta wê ya giştî, peywendîyên wê yên li gel hêzên her çar perçeyên Kurdistanê kir. Di axaftina xwe de Mustafa Özçelik wiha anî ziman:

‘’Pêwîstî û rojeva gelê me yê Bakure Kurdistanê ya esasî îro rawestandina vî şerîye.Jibo ku em bikaribin vî şerî rawestînin divê gelê me yê bakurê Kurdistanê yên ku sedî 90ê wê li dijî şer e divê em bikaribin bi rêxistin bikin û bi awayeke girseyî li hemberî şer em helwesta xwe danin. Jibo vê yeke jî divê hemû partî, dezgehên sivîl, sîyasetvan, rewşenbîr û şexsîyetên ku şi hemberî vî şerî ne, zûtirîn wext dest bidin hev, dengê xwe û helwesta bikin yek. Divê em ji dewletê re bêjin ev sîyaseta te ya ku eve 90 salan li ser esasên înkar û îmhayê tu dimeşînî sîyaseteke pûçe û têtu encaman ji vê sîyasetê negirî. Bi kuştin û wêrankirinê miletê Kurd jî, daxwaza azadîya wî jî ji holê ranebe. Werin em bi rêyên sîyasî bi dîyalogan li çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê bigerin. ‘’

Mustafa Özçelik bangî PKKê jî kir û got ku: ‘’Ev sîyaseta ku eve 9 mehê li bajaran bi navê ‘Özyönetim’ û kolandina xendekan û danîna barîkatan tê meşandin bi her awaye xwe aşkare bûye ku sîyaseteke zerarê dide gelê me û welatê me û sîyaseteke ne bi serketîye. Şerê çekdarî yê li nava bajaran gelek destkeftîyên doza azadîya Kurdistanê jî têkbirîyê. Divê zûtirin wext PKK dev ji şerê xendekan berde. Divê pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêya sîyasî, sivîl,demokratîk û dîplomasîyê bê meşandin. ‘’

Mustafa Özçelik jibo referandûma serxwebûna Başûre Kurdistanê jî wiha got:

‘’Îro li Başûre Kurdistanê êdî daxwaza serxwebûne ne bes daxwazeke sîyasî ye , pêwîstîyeke zerûrî, pêwîstîyeke ku hebûn û tûnebûna pêşeroja milete Kurd e. Hemû xêrnexwaz û dijminên Kurdistane bi destê DAÎŞê , bi ablûkaya aborîû bi planên têkder dixwazin rê li ber serxwebûna Başûre Kurdistanê bigirin. Em wek Partîya Azadîya Kurdistanê baş dizanin gava ku ala Kurdistanê li Netewên Yekbûyî wek ala dewleteke serbixwe li ba bibe dê rûpeleke nû jibo hemû milete Kurd û gelê Kurdistanê vebe. Em di meşa serxwebûne de piştgirîya Serokê Herema KurdistanêRêzdar Mesud Barzanî dikin‘’

Mustafa Özçelik bangî hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê kir u got : ‘’Heta ku TEVDEM, ENKS û hemû partîyên rojavayê Kurdistanê îdareyeke hevbeş ya askerî, sîyasî, aborî pêk nêynen dê nikaribin wek alîyekê bêne qebûl kirin û dê doza azadîya her lawaz bimîne. ‘’

Di konferansê de Mustafa Özçelik giringîyeke mezin da hevkarî û tifaqa partî û alîyên sîyasî yên neteweyî li bakurê Kurdistanê. Herwiha careke din bang li hemû partî, grup û kesayetên ku ji alîyên fikrî û sîyasetê nêzî PAKêne di nav partîyek hîn xurttir bibin yek. 

Mustafa Özçelik got ku; Heta ku em potansîyela xortan , ya jinan û pêkhateyên civakî yên Kurdistanê nekin heykelê partîya xwe emê nikaribin rêyeke nû ji miletê xwe re vekin û bikin hêvî. Jibo vê jî xebatek bê westan, dilsozane, bi bername û rêkûpêk pêwîstîya me pê heye. PAKê di navbeyna sal û nîveke de li gor hêz û îmkana xwe xebateke berbiçav meşandîye û niha bûye hezeke esasî li Bakurê Kurdistanê. Em bawer dikin rojên pêş ev fikir û bîr û bawerîyên me û sîyaseta me dê bibe lehîya sed hezaran, lehîyabi milyonan Kurdistanîyan.’’

Mustafa Özçelik di dawîya axaftina xwe de spasîya gelê me yê Qoserê, Mardînê û dor û berê kir ku îro bi awayekî girseyî beşdarî vê Konferansê bûne. Û got ‘’ Ev beşdarî û piştgirîya gelê me , nîşan û mizgînîya wê yekê ye ku, di rojên pêş de dengê PAK eke girseyî û bi hêz tê .

Serokê Giştî yê PAKê spasîya xwe ji hemû rêveber û endamên PAKê yên Mardînê kir ku, ev konferansa serkefti amade kirine. Herweha spasîya hemû teşkîlatên PAKê kir ku alîkarî û piştgirî jibo vê konferansê nîşan dane.

Konferansa PAKê ya li Qosera Mêrdînê çi bi beşdarîya hejmara xort û jinan, beşdarîya girseyeke berbiçav ya gelê me, çi bi eleqe û pirsên xwe, konferanseke berhemdar û serkeftî bû.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin