Serokê Gişî  yê PAKê Mustafa Özçelik 72yemîn Salvegera  Damezrandina PDKyê Pîroz Kir

Serokê Gişî yê PAKê Mustafa Özçelik 72yemîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Kir

Serokê Giştî ya Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Özçelik bi hilkefta 72yemîn salvegera damezrandina PDKê daxuyaniyek belav kir û pîroz kir.

A+A-

Doh 16ê Tebaxê bi hilkefta 72yemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), li Hewlêre, li Otêla Rotanayê merasîmek bi beşdariya Rêzdar Serok Barzanî hatibû lidarxistin.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî  di vê mersimê de axaftinek kir.

PAK jî  ji bo vê çalakîyê hatibû dawet kirin.

dawetîyeya-pdkyê-ya-ji-bo-pakê.jpg

 

Li ser navê PAKê endamê Komîteya Birevebirîya Navendî û Berpirsyarê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Rêzdar Orhan Kaya beşdarî vê merasîmê bû.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik peyamek ji vê çalakiyê re şand.

Peyama  Rêzdar Mustafa Özçelik ev e:

"Rêzdar Serok Mesûd Barzanî

Serokê  Partîya Demokrat a Kurdistanê

16yê Tebaxa 2018an 72yemîn salvegera damezrandina PDKyê (Partî Demokrat a Kurdistanê) ye.

Ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mustafa Barzaniyê nemir kiribû, ev e 72 sal e çiya bi çiya, deşt bi deşt, gelî bi gelî, bajar bi bajar bi xwîna şehîdên Kurdistanê û bi berxwedana pêşmergeyên qehreman li ba dibe.

Ew ala ya bi rûmet îro bi Serokatiya cenabê we , bûye sembola azadî û serxwebûna Kurdistanê.

Weke PAK, di vê meşa pîroz de, em piştgir û alîkarê hemû destkeftiyên gelê xwe yên hemû perçeyên Kurdistanê ne. Em ligel  doza azadî û serxwebûna xwişk û birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê ne. Em bi cenabê we û bi partiya we ya têkoşer re ne.

pdk2.jpg

72 saliya PDKyê li cenabê we, li hemû endam û rêvebirên PDKê, li pêşmergeyên qehreman û li gelê Kurdistanê pîroz be.

Li gel rêzen xwe

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê(Partiya Azadiya Kurdistanê)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin