Serokê FKKSê Keya Izol: ”Em Kurd hê jî wek netewe tev nagerin”

Serokê FKKSê Keya Izol: ”Em Kurd hê jî wek netewe tev nagerin”

Bi tenê em Kurd hê jî wek netewe tev nagerin, nîqaş li ser ala xwe û mafê dewletbûyînê dikin

A+A-

18.12.16-3-001.jpg

 

curuk.jpg18.12.16-2.jpg18.12.16-1.jpg

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS)di 18.12.2016ê de, 40 rojîya hevwelatiyên Kurdistanê Seîd Çurukkaya û Resul Mihemedzade ku yek ji bakur yê din ji Rojilat di şerê li dijî DAÎŞê yê Misûlê de jiyana xwe ji dest dabûn, bibîranî.

Bîraînîn li Stockholmê hat lidarxistin, bi Ey Raqîb dest pê kir û bi Ey Raqîb dawî bû. Ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên partî û rêxistinên siyasî û kesayîyet bêşadarî bîranînî bûn.

Bîranîn ji alîyê endamê KG ya FKKSê Kovan Amedî û Endamê Komîteya Rewîsor Cotyar Şerif ve hat birêvebirin; Serokê FKKSê Keya Îzol, birayê Şehîd Seîd Çurukkaya, ji malbata Resûl Mihemedzade, parlamenterê KDP yê Parlamentoya Iraqê Rênas, hunermend Rojin, Serokê şaradarîya berê yî Amedê Mehdî Zana, Seroka YJK- Seyran Duran, nivîskar û siyasetmedarê rojhilatê Ahmed Kakemanî li ser jiyana şehîdan û rewşa guncaw ya Kurdistanê axafin; hevpara hemû axafêran ew bû ku ; sebaba êş û derdê me bêdewletbûne; ev herdû şehîd nîşan dan ku miletê kurd yek e, Kurdistan welatek e û ew vê felesefeyê bi mirina xwe dan dîyarkirin.

Hunermend Rojîn bi şiîr û strana xwe ya li ser Dr.  Seîd Çurukkaya temaşevanan xemgîn kir, filmê 20 deqîyî di derbarê Dr. Seîd Çurukkaya û Resûl Mihemdzade nîşan dan ku ew sînornenas in û ew sînorê ku Kurdistan perçe kiriye dibê ku bi hiqûqa nevneteweyî mahneyêkê wê hebe lê di mêjîyî kurdan de tu wateya wî tuneye û nemaye.

Serokê FKKSê Keya Îzol;  li ser rewûa kurda û partêyên sîyasî got; ”Li seranserê cihanê hîç miletek nîne ku mineqeşe li ser sembolên xwe yên netewî bike, hiç mîletek nîne ku nîqaş li ser pêşerojê xwe bike. Hîç miletek nîne ku di dema çar alîyê wê bi hêzên dijmin hatibe dorpêçkirin, nakokîyên xwe yên sîyasî bixe rojevê û ji bo nirxên netewî îttîfaqê xwe pêk neyne.

Bi tenê em Kurd hê jî wek netewe tev nagerin, nîqaş li ser ala xwe û mafê dewletbûyînê dikin. Em vê gelek şaş dibînin û hewldanên wiha bi tundî rûreş dikin. Ala kesk û sor û zer û mafê dewleteka serbixwe divê xetên me yên sor bin, bi tu awayê tawîz li ser van naye qebûlkirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin