Serokê DYAyê Trump: Ew ê li Sûrîyê herêmeka bi ewle ava bikin

Serokê DYAyê Trump: Ew ê li Sûrîyê herêmeka bi ewle ava bikin

Herweha Wezareta Karên Derve yê DYAyê daxûyanî daye ku welatîyên Amerîkî neçin bajarên Kurdistanê.

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna xwe ya bi TV ya ABC Newsê de gotîye ku; ”ji bo kesên ku ji tund û tujiyê reviyane biparêzin ew ê li Sûriyeyê herêmeka bi ewle ava bikin. ”

Lê cihê ku wê herêma bi ewle were avakirin, Trump tu agahî nedan.

Donald Trump di berdewamiya hevpeyvîna xwe de destnîşan kirîye ku niha bi milyonan însan li welatên wekî Almanya û yên din bicih bûn û got:” Li gorî nêrîna wî Ewropayê bi vê destûrdayînê xeletiyek pir mezin kirîye”.

 Herweha Wezareta Karên Derve yê DYAyê, ji ser tora medya xwe ya fermî hişyariyek weşandîye ku li Tirkiyeyê di demên dawiyê de bûyer û êrîşên terorî zêde bûne ji ber wê jî divê welatiyên Amerîkayê ku planên gerê ber bi Tirkiye û Kurdistanê re dikin hişyar bin. 
Di daxuyaniya de bi taybet bajarên Kurdistanê hatine dîyar kirin ku; hevwelatî neçin Kilis, Dîlok, Riha, Şernax, Amed, Wan, Sêrt, Mûş, Mêrdîn Êlih, Çewlik, Dêrsim, Çolemerg, Bedlîs û Xarpetê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin