Serokê Dêra Siryanî ya Ortodoksî ya Cîhanî gehişte Hewlêrê

Serokê Dêra Siryanî ya Ortodoksî ya Cîhanî gehişte Hewlêrê

Patrîyark Îgnatyus Eframê dûyem, serokê Dêra Siryanî ya Ortodoks li cîhanê gehişte bajarê Hewlêrê, ku pişikdariyê di rêresmên sûndxwarina serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî de.

A+A-

Patirîyark Îgnatyus Eframê dûyem, serokê Dêra Siryanîya Ortodoks li cîhanê gehişte bajarê Hewlêrê, bo pişikdarîkirinê di rêresên sûndxwarina serokê hilbijartîyê  Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî de.

Di hevpeyvînekê de bo rojnamevanan, serokê Dêra Siryanîya Ortodoks ragehand: Herêma Kurdistanê şîyaye bibe hêlîneka aram bo wan penaberên bi egera şer û tundûtujîyan deverên xwe hêlane.

Ragehand jî: Divê ew kesên baladest in li wan deverên ew penaber jê hatîne, diltenahîyê bidin penaberan daku vegerin deverên xwe.

Îro Dûşembê di rêresmekê de, Nêçîrvan Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê sûnda Yasayî dixwe ji bo vê yekê jî hijmareka kesatî û nûnerên welatan  dê di merasîma sûndxwarinê de  amade bibin.

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin