Serokê Dalkurd:Tirkîye pêşî li Huawei girt, ku bibe sponsorê me

Serokê Dalkurd:Tirkîye pêşî li Huawei girt, ku bibe sponsorê me

Serokê tîma Dalkurd FF Remezan Kizil, dîyarkir ku: “Huawei xwest bibe sponsorê me, Tirkîye pêşî li wan girt”.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Kizil anî ziman, ku: “Şirketa Huawei berî du salan bû sponsorê me. Ji bo sponsorîyê 40 hezar Dolar dan. Me navê wan liser t-shirt ên xwe nivîsand. Piştî 4 mehan şirket a Huawei li me gerîya û gotin: “Bila ew pere bo we bimîn in. Liser sponsorîya me Tirkîye ligel me runişt. Gotin, ku ger em bibin sponsorê Dalkurd, dê kar û xebata me li Tirkîye rawestîn in”.

Serokê tîma Dalkurd destnîşankir, ku: “Ji xwe tu hêvîyên me ji Tirkîye nîn in.Ew hebûna me, navê me, tîma me, al a me napejîrin in. Lê, ew çend qebûl jî nekin, em hene û em dê xwedî li xwe derkevin. Em dê vê rewşê ji zarokên xwe, ji nevîyên xwe re jî bibêjin!”

Ligor Serokê Dalkurd, Tirkîye ditirse, ku Dalkurd di ast a Eurolegau de bilîze û ligel tîmên Tirk bilîze û hemberî wan serbikeve. JIber ku tiştek weha pêk neyê, çi ji destê wan tê, dikin. Ji xewna vê yekê jî, ditirsin!

Bangewazîyek Kizil bo Kurdên bakurê Kurdistanê heye: “Tirkîye herçend hebûna me qebul neke. Em hene. Çawa ew miletek in, em jî miletek in. Xwedî li nasname, ziman, çand û nirxên xwe derkevin...”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin