Serokê CIAê: Dê Iraq û Sûrîye perçe bibin!

Serokê CIAê: Dê Iraq û Sûrîye perçe bibin!

“Ez biguman im ku careke din yekîtiya axa Iraq û Sûriyeyê pêk were.”

A+A-

Serokê CIAê John Brennan da zanîn ku binyata dewlata Iraq û Sûriyeyê bi şêweteyî bêtelafî dê têk biçe.

Brennan bi kovara CTC Sentiel ku ji aliyê akademiya leşkerî ya West Pointê ve tê derxistin re hevpevpeyvînek pêk anî û tê de destnîşan kir, “Ez biguman im ku careke din yekîtiya axa Iraq û Sûriyeyê pêk were.”

Serokê CIAê got, “Ez di wê baweriyê de me ku careke din ew her du welatan nikarin resteqîn ji aliyê hukûmeta navendî ve bê rêvebirin.”

John Brennan wisa pê de çû:

“Bi qasî xwîn û rûxandinê, şerê neteweyî û mezhebî zirarek mezin da wan her du welatan. Wekî herêmê xweserî yên Kurdan li Iraq û Sûriyeyê gelek herêmên din ên xweserî dikare derbikeve holê.”

Serokê CIAê behsa şerê navxweyî yê Yemenê û DAIŞiyên li wî welatî jî kir.

Herwiha Brennan eşkere kir ku DAIŞ li Yemenê bi şebekeyên terorê wekî El Qaîdeyê re pêwendiya wan heye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin