Serokê Baroya Dêrsimê: Divê bi hemû zarevayên Kurdî perwerde hebe

Serokê Baroya Dêrsimê: Divê bi hemû zarevayên Kurdî perwerde hebe

.

A+A-

Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetin piştevaniya xwe ji bo kampanya dersa bijarte ya Kurdî nîşan da û got: “Divê bi hemû zarevayên Kurdî perwerde hebe.”

Kampanya hilbijartina dersa Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, her ku diçe berfirehtir dibe û banga ji bo hilbijartina dersa Kurdî bihêztir dibe.

Hejmareke zêde ya hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, karsaz, aktîvîst, sazî û kesayetiyên Kurd ên navdar bi rêya torên civakî bang li malbat û xwendekaran dikin ku dersa Kurdî hilbijêrên.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ku piraniya xelkê wê Kurdên Elewî ne, Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetin bi rêya Rûdawêbi armanca vejandina Zazakî ku metirsiya jinavçûnê li ser heye banga dersa bijarte ya zimanê Kurdî kir û got: “Divê bi hemû zaraveyên zimanê Kurdî perwerde bê dayîn û ev maf di destûra bingehîn de cih bigre.”

Kenan Çetin bal kişand li ser girîngiya dersa bijarte ya Kurdî û got: “Divê kesek vê derfetê biçûk nebîne û di mijara fêrbûna zimanê xwe de paş de nemîne. Lê dersa bijarte nayê wê wateyê ku hinek propagandeyeke bi vî awayî bikin û bêjin `hûn dibînin dersa bijarte ya Kurdî heye, lewra pêwîst nake di destûra bingehîn de wek mafekî yasayî bê qebûl kirin.` Daxwaza me ew e ku 1500 mamosteyên derçûyên beşa Kurdolojî bên damezrandin û li zanîngehên din jî bo perwerdeya hemû zaraveyên Kurdî beşên nû yên Kurdolojî bên vekirin.”

Çetin tekez kir ku wek Baroyê daxwaza me ya sereke ew e ku pirsa Kurd bi awayekî demokratîk û li ser bingeha wekheviyê bê çareserkirin û got: “Em di wê baweriyê de ne ku eger ev pirs bê çareserkirin dê perwerdeya bi zimanê Kurdî jî di destûra bingehîn de bê qebûlkirin. Lê niha derfet heye divê em bikar bînin û em bang li malbatan dikin ku bo zarok fêrî zimanê xwe bibin bila dersa zimanê Kurdî hilbijêrin û her ku xwendekar zêde bibin dê mamosteyên zimanê Kurdî jî karibin karê xwe bikin. Em dizanin Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê bo van mamosteyan kotayeke kêm veqetandiye lê bi vî awayî dê neçar bimîne ku zêdetir cih veqetîne. Hem dersên Kurmancî û hem jî yên Zazakî divê bên hilbijartin daku perwerdeya beşa Kurdolojî bê zêdekirin.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye kampanya ku bi slogana `Dersa zimanê Kurdî hilbijêrin` 3ê Çileya 2022an hatibû destpêkirin û bi piştgiriya saziyên sivîl û hiqûqî berdewam e. Li  gor proseya hatiye diyar kirin dema hilbijartina dersa zimanê Kurdî ya bijarte dê 7ê Sibatê bi dawî bibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin