Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de

Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de

.

A+A-

 Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, bertek nîşanî ji peywirdûrxistina akademîsyenê kurd a ji ber parvekirina "Bijî Kurdsitan" da.

Li Xarpêtê, akademîsyenê kurd ê Zanîngeha Firatê Hifzûllah Kûtûm, ji ber parvekirina xwe ya “Şoreşa Îlonê hemû Kurdan pîroz be, Bijî Kurdistan" a li ser medya sanal ji peywirê hat dûr xistin û hati binçavkirin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, piştî da akademîsyen Kûtûm û bertek nîşanî ji peywirdûrxistina wî da.

PARVEKIRINA EREN

 Kûtûm, duh daxuyaniya Rektortiya Zanîngeha Firatê ya derbarê jipeywirdûrxistina xwe de parve kiribû û piştî vê hatibû binçavkirin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî parvekirin Kûtûm girt û li ser ev şîrovekirin kir: "Mixabin feraseta ku zanîngehên weke hêlîna zanîst û ronahiyê tên dîtin bi rê ve dibe ya ji bo mafê bingehîn ê azadiya ramanê ev e. Ev ji bo demokrasî û azadiyan belgenameyeke şermê ye." 

HÊ JÎ ÎFADEYÊ WÎ NEHATIYE GIRTIN

Li gorî agahiyên hatin wergirtin hê jî îfadeyên Kûtûm ku li Miduriyeta Polisan a Xarpêtê tê ragirtin, nehatine girtin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin