Serokê Amerîkayê: Divê Putin ji ber ku ‘tawana şer’ kiriye bê darizandin

Serokê Amerîkayê: Divê Putin ji ber ku ‘tawana şer’ kiriye bê darizandin

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî di derbarê tawanên herî dawî ên li Ukraynayê de bi daxuyaniyekê diyar kir, divê Putin ji ber ku ‘tawana şer’ kiriye bê darizandin. Herwiha Biden got, “Em dê dest bi sizayên nû li ser Rusyayê bikin.”

Li gor daxuyaniya Biden ya di rêya vegera ji Delaware da û got: “Min berê jî Putin wek tawanbarê şer pênase kiribû û mafdar derketim. Divê di warê çekan de em alîkariya Ukraynayê bikin. Li aliyê din em ê ji bo ku Putin wek tawanbarê şer bê darizandin hemû hûrgiliyan berhev bikin. Tiştên ku li Buchayê rû da hovitî ye, ez mat mam.”

Biden pirsa rojnamevanekî da û diyar kir, ev ne jenosid e, lê meytên sivîlên li kolanan eşkere dike ku ev ‘tawana şer’ e.

Serokê Amerîkayê di berdewamiyê de eşkere kir, ew ê sizayên zêdetir li ser Rusyayê bisepînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Artêşa Ukraynayê di 1ê Nîsanê de bajaroka nêzikî Kîevê, Bucha ji bin destên hêzên Rusyayê derxist. Piştî kontrolkirina wî bajarokî dîmenên meytên sivîlan li kolanan derketin holê.

Ji bajarokên derdora Kîevê ku Ukraynayê di demekê nêz de kontrol kir, 410 termên sivîlan hat ditîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin