Serokê Amerîkayê bi daxuyaniyekê serkeftina xwe ragihand

Serokê Amerîkayê bi daxuyaniyekê serkeftina xwe ragihand

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di hilbijartinên nû de serkeftina xwe ragihand û ji alîgirên xwe re got, “Em amade ne bo gerandina ahengê.”

Li Koşka Spî Trump ji alîgirên xwe re got: “Em amade ne bo gerandina ahengê û li piraniya cîhan em serkeftine. Encamên îşev gelekî baş bûn, em karin biserkevin û yekane tişta ku maye em bikin, gerandina ahengê ye.”

Trump spasiya hemû kesên piştevaniya wî kirine kir û tirsa xwe li egera saxtekariyê di hilbijartinan de anî ziman û da zanîn: “Em ê nehêlin dengê me bidizin.”

Berî wê gotara xwe jî, Trump li ser twîtera xwe gotibû, Demokrat dixwazin dengan bidizin û ew qet rê nadin ku tiştekî wisa çêbibe.

Donald Trump amaje bi serkeftina xwe li çend wilayetan kir û ragihand, serkeftina li Floridayê  ji bo wî çaverêkirî bû û diyar kir, “Li Ohio ya mezin û li Texasê me bir, li Texasê bi 700 hezar dengan em li pêş in, li Georgia jî em serketine, li North Carolina jî bi 2.5 xalan em li pêş in, ku dike sedan hezar deng, niha çavê me li Arizona ye.”

Weke Trump bi xwe jî dibêje, egerek heye ku li Arizonayê li hinek cîhan dengên Trump kêm bibin û destnîşan kir: “Lê em dizanin li Pennsylvania em serkeftî dibin, me 600 hezar deng zêdetir aniye li Pennsylvania, dengên me berovajî wan rapirsiyan in ku pêştir dihatin kirin û digotin, zehmet e em serkeftî bin, êdî niha temaşe bikin çi rû dide, li Michiganê jî em dê serkevin, min encam dîtin û em gelek li pêş in û pêwîstiya me bi dengên din nîne.”

Trump di gotara xwe de behsa borse û bazaran jî kir û got: “Îşev me dê şeveke gelek mezin hebe, bazar dê bên vejandin û hûn bibînin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin