Serokê AKP yê Pîranê hat kuştin!

Serokê AKP yê Pîranê hat kuştin!

Hevserokên HDPê Selaheddîn Demirtaş û Figen Yuksekdag bi daxuyanîyekê bûyarê şermezar kirin

A+A-

 

Serokê Şaxê AK Partiyê yê navçeya Pîranê ya Dîyarbekirê Deryan Akter di 10.10.2016ê de seat 23.00ê li ber îstasyona Benzînxaneya xwe rastî êrişa çekdarî hat. Deryan Akter li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Di  9ê Cotmeha 2016 de jî Cîgirê Serokê AK Partiyê yê Şaxê Qelgeliya (Ozalp) Wanê Aydin Muştu li ber deriyê mala xwe rastî êrişa çekdarî hatibû û di cih de jiyana xwe ji dest dabû.

Hevserokên HDPê Selaheddîn Demirtaş û Figen Yuksekdag bi daxuyanîyekê bûyarê şermezar kirin û gotin; yên ku van cinayetên sîyasî pêk tînin bi tu awayî nikarin sebebekê meşrû jê re nîşan bidin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin