Serokcerdevan ji tirkekî bêtir tirk e

Serokcerdevan ji tirkekî bêtir tirk e

Sozen beyanên wisa dide ku dewlet jê re aferîn bibêje.

A+A-

Serokê Konfederasyona Cerdevanên Gund yên Anadoluyê û Konfederasyona Malbatên Şehîdan Ziya Sozen li Mêrdinê bi bêşdarîya 200 cerdevanên ji Şirnexê, Amedê, Çolemergê, Rihayî û Wanê civîneke şewrê li dar xistîye û misyona xwe anî zimên û pesnê dewleta xwe Tirkiyeyê daye û gotîye; ‘Ew li ser axekê ku sê aliyên wê bahr û 4 alîyê wê bi xayînan ve hatîye dorpêç kirin, dijîn û ji bo parastina wê bedelekê mezin dixwaze. Bapîrên wî vê bedelê dane û ew ê jî ji bo alaya wan ya hîv û stêrk li jor îlelebet ba bide, vê bedelê, bidin. Heta ew li herêmê hebin kes nikare bostek axa wan ji wan bistîne û alaya wan daxîne.’

Serokê Konfederasyona Cerdevanên Gund yên Anadoluyê û Konfederasyona Malbatên Şehîdan Ziya Sozen ê Çewlikî ji tirkekî zêdetir tirk e û xwedî li Tirkiyeyê derdikeve û beyanên wisa dide ku dewlet jê re aferîn bibêje.

Lê xuya ye Sozen fehm nekîriye ku ew di çavê dewleta Romê de sifir e, gava dewlet îşê xwe pê biqedîne; wî jî wek goreyekê gemarî bavêje çopê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin