Serok Mesûd Barzanî digel şanda ENKS civiya

Serok Mesûd Barzanî digel şanda ENKS civiya

Îro Pêncşemê li navçeya Pîrmam a Hewlêrê, Serok Barzanî pêşwazî li şanda serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

A+A-

Di hevdîtinê de rewşa siyasî, pêşhateyên dawî yên li Sûriyê û guherîna hevkêşeyên meydanî yên Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

 

Şanda ENKSê li ser rewşa welatiyên Kurd li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê û nîgeraniyên xwe yên derbarê siberoja Kurd de li wî welatî gihandin Serok Barzanî.

 

Di beşekî din a civînê de, şanda serkirdayetiya ENKSê sipasiya Serok Barzanî kirin ku herdem piştevan û xwemxwerê gelê Kurd li Sûriyê bûye û herwiha helwêstên vê dawiyê yên Serok Barzanî derbarê çarenivîsa gelê Kurd de li Sûriyê.

 

Her di wê civînê de Serok Barzanî derbarê çawaniya danûstandina ligel pêşhateyên nû û parastina gelê Kurd de li Sûriyê şîretên pêwîst li şanda mêvan kirin ka çawa tevbigerin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin