Serok Barzanî: Vê xwînrijandinê rawestîne!

Serok Barzanî: Vê xwînrijandinê rawestîne!

Serok Mesûd Barzanî derbarê bûyerên li Bexda û Necefê dilgiranîya xwe der birî û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir rê li xwînrijandina hemwelatîyan bigire.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serok Mesûd Barzanî îro, 06.07.2020, daxuyanîyek derbarê rewş, alozî û herwiha xwepêşandanên li Iraqê belav kir û ragihand, “Em gelek dilgiran in derbarê pêşketinên tundî û bûyerên xwînî yên çend rojên derbasbûyî li Bexda û Necefê” û herwiha tekez kir, “Em gelek bi tundî şermezarîya xwînrijandin, kuştin û bikaranîna tundutîjîya li dijî xwepêşanderan dikin.”

Serok Barzanî di peyama xwe de daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike rê li ber xwînrijandinê bigire û jîyana hemwelatî û xwepêşanderan biparêze. Serok Barzanî dibêje, “Em daxwaz dikin hikûmeta Iraqê û dam û dezgehên fermî û peywendîdar erkên xwe yên ji bi rêlibergirtina xwînrijandin û parastina jîyana hemwelatîyan û xwepêşanderan bicih bikin.”

Herwiha Serok Barzanî bi pêwîstî dizane ku, “Alîyên sîyasî ji bo gihiştina çareserîyê, bi zimanê eqil û mentîq muamele li gel vê qeyrana kûr bikin ku rû li Iraqê girtîye.”

Di dewama daxuyanîya xwe de Serok Barzanî piştevanîya xwe ji bo daxwazên rewa yên xwepêşanderan û hemwelatîyan dûpat kirin û serxweşî “li kesukarên qurbanîyan û şehîdên bûyerên vê dawîyê yên li Iraqê” kirin û hêvîya başbûna bi lez ji bo birîndaran xwest.

Li bajarên Iraqê xwepêşandan ev bi mehan e berdewam in û şeva derbasbûyî jî li Necefê alozî û tundûtûjiuê rû da ku di encamê de 13 xwepêşanderan canê xwe ji dest dan û 127 kesên din jî birîndar bûn.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin