Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê civiyan

Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê civiyan

Îro Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di çarçoveya geşteke fermî de îro serdana Herêma Kurdistanê kir ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin. Zerîf, digel Serok Mesûd Barzanî civiya.

A+A-

Di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê û proseya siyasî ya Iraqê guftûgo kirin û Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê, spasî hewlên Serok Barzanî ya li rasterêkirina proseya siyasiya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir û eve jî ragihand ku pêgeh û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan gelek girîng e.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi şanda mîhvan ragihand ku piştî hilbijartinên Iraqê derfet û keşuhewayekî nû hatiye holê û li gel Serok Wezîrê nû yê Iraqê ji bo çareserkirina wan kêşeyên li navbera Herêm û Bexda da mane hemû hewlan dide.

Di beşeke din a vê civînê de ronahî xistin li ser rewşa Sûriye û Serok Barzanî nêrîn û dilgiraniyên xwe yên li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê gihand.

Pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê mijareke din a vê hevdîtinê bû û her du alî tekez li ser dostayetî û peywendiyên dû alî kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin