Serok Barzanî: Şehîdbûna ji bo xak û niştiman serbilindiya herî mezin e

Serok Barzanî: Şehîdbûna ji bo xak û niştiman serbilindiya herî mezin e

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê hevsoziya xwe ji bo şehîdbûna 5 pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku şeva borî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li sînorê Kuleco hatibûn şehîdkirin.

Serok Barzanî di peyama xwe de sersaxî da malbatan û hevxemiya xwe anî ziman û got: "Şehîdbûn û qurbanîdana ji bo xak û niştiman şanazî û serbilindiya mezin e. Bi hezaran silav ji bo giyana pak a şehîdên şerê dijî DAIŞê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê."

Peyama Serok Barzanî li ser şehîdbûna pênc pêşmergeyên Kurdistanê wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Gelek bi xemgîniyê ve, şeva borî di encama kiryareke terorî ya terorîstên DAIŞê de li sînorê Kuleco hejmarek pêşmergeyên qehreman di dema erkê xwe yê pîroz de şehîd û birîndar bûn.

Ez pirse û sersaxî arasteyî malbat û kesûkarên şehîdên me dikim û ez xwe hevbeşê xemgîniya wan dibînim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyana wan şehîdan bi bihişta xwe şad bike û sebr û aramî bibexşîne malbat û kesûkarên wan, ez hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.

Şehîdbûn û qurbanîdana ji bo xak û niştiman şanazî û serbilindiya mezin e. Bi hezaran silav ji bo giyana pak a şehîdên şerê dijî DAIŞê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.

Mesûd Barzanî

28ê Mijdara 2021ê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin