Serok Barzanî: Referandûm ne şaş bû

Serok Barzanî: Referandûm ne şaş bû

Serok Mesûd Barzanî ragihand, ew ê 16ê Cotmehê li Kerkûkê rû daye, xiyaneta niştimanî bû û grûpeke diyar bi rêkeftina bi Heşda Şeibî û nûnerên Supaya Pasdaran re li pêş çavê Amerîka tank û çekdaran kişandin Kerkûkê û xencer li pişta wê dan.

A+A-

Di çarçova bernameyeke lêkolînê ya kenala “Al-Jazeera” a Qeterî de ku taybet bi encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an bû, Serok Barzanî got: “Dibe ku bi hinekan, biryara referandûmê şaş bû, lê bi nerîna min û sê milyon welatiyan biryareke rast, yasayî, destûrî û mafekî sirûştî yê gelê Kurdistanê ye. Niha jî amade me referandûmeke din bikim û ka em bizanin gelê Kurdistanê rijd e li ser wê biryarê, yan jê vekişiyan e.”

Derbarê serdana Qasim Suleymanî bo Serok Barzanî çend roj beriya birêvebirina referandûmê da ku referandûm bê paşxistin, Serok Barzanî got: “Hat û min pêşwazî lê kir û bersiva min ji hemûyan re ew bû, referandûm nayê paşxistin û çi dibe, bila bibe.”

Herwiha li ser rola rêveberiya Amerîkayê di pirsa referandûmê de ragihand, “Amerîka ti rojekê ji rojan negot ez piştevaniyê li referandûmê dikim, lê ti demê jî negot ku li dijî referandûmê ye. Piştî ku rêveberiya Amerîkayê hat guhartin û ewên dosyaya referandûmê û pêwendiyan girtin destê xwe, zêdetir ji pêwîst çûn û alîgiriya Bexdayê kirin. Mebesta min Balyozê Amerîkayê û Wezîrê Derve yê berê Rex Tillreson bixwe bi telefonê ji min re got, pêwîst e vegerin bo hêla sala 2003an. Min jî jê re got, tu dizanî hêla 2003an çi ye? ta daxwaza vegerandinê ji  min dikî, ew ne hêla sînorê îdarî ye û ne sînorê di navbera parêzgehan de ye, belkî hêla temasê di navbera Pêşmerge û artêşa Sedam Husên de bû.”

Derbarê destberdana ji Serokatiya Herêma Kurdistanê ji piştî referandûmê û bûyerên 16ê Cotmehê de, Serok Barzanî got: “Ne ku di referandûmê de min şaş kir ku dest jê berda. Heger şaş bûbama, minê lêborîn bixwesta, belkî posta min destkefteke hilbijartinê bû û dema wê temam bû. Ji ber wê min rê neda dema wê posta min were dirêjkirin; ji ber ku her dirêjkirineke din dê ziyanê bi min û dîroka xebata min bike.”

Di dawiyê de Serok Barzanî got: “Niha pêwendiyên bi Bexdayê re baş bûne û ber bi başiyê ve diçin û beşek ji pirsgirêkan çareser bûne û hinek din ber bi çareseriyê ve diçin, lê her ser vê yekê rijd im ku mafê gelê me ye çarenivîsa xwe diyar bike.”  

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin