Serok Barzanî peyamek belav kir

Serok Barzanî peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî îro înê 12.07.2019an derbarê teqînên terorîstî yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

A+A-


 Serok Mesûd Barzanî îro înê 12.07.2019an derbarê teqînên terorîstî yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Duhê 11.07.2019an teqînên terorîstî li bajarên Hesekê, Qamişlo û Efrînê yên Rojhilatê Kurdistanê rû dabûn û di encamên wan teqînan de hejmareke sivîl şehîd bibûn û gelek sivîl jî birîndar bibûn. Serok Barzanî bi minasebeta wan teqînan peyama serxweşiyê belav kir.


Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi xemekî zêde ve roja pênçşemê 11.07.2019 li encama zîncîreyek teqînên terorîstî li bajarên Qamîşlo, Efrîn û Hesekê hejmarek hemwelatiyên medenî bûne qurbanî û hejmarekî din jî birîndar bûn.
Ji bilî wê yekê ku bi tundî wan êrîşên terorîstî şermezar dikim, serxweşiyê li kesukarên qurbaniyên wê rûdana diltezîn dikim û hêviya başbûna bi lez ji bo birîndaran dixwazim.
Mesûd Barzanî
12.07.2019

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin