Serok Barzanî pêşwazî li şandeke grîng a Almana kir

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke grîng a Almana kir

Serok Mesûd Barzanî spasiya gel û hikûmeta Almanya dike, ku di şerê li dijî DAIŞê de hevkarî bi Pêşmergeyên Kurdistanê re kirine.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî spasiya gel û hikûmeta Almanya dike, ku di şerê li dijî DAIŞê de hevkarî bi Pêşmergeyên Kurdistanê re kirine.
Malpera fermî ya Serok Barzanî belav kir, îro Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Martîn Ceygêr Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanya û şandeka pê re kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasî hikûmet û gelê Almanya kir ku li şerê dijî terorîstên DAIŞê de hevkar û yarmetîderê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne û ragihand, palpiştiyên Almanya li guherîna balansa meydanî ya şerê dijî DAIŞê de gelek bi bandor bûye.
Her di vê hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanya, xweşhaliya welatê xwe bi baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda bi Serok Barzanî ragihand.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Almanya û rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin