Serok Barzanî: Keremê Seyad xizmeteke mezin ji bo Kurdî kir   

Serok Barzanî: Keremê Seyad xizmeteke mezin ji bo Kurdî kir  

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya rewşenbîrê kurd û medyakar peyamek belav kir û têde got: “Wî bi xwe û malbata xwe xizmeteke mezin ji bo ziman û edebiyata Kurdî û berdewamiya radyoya Kurdî ya Erîvanê kir.”

Serok Mesûd Barzanî ji ber koç dawî ya medyakar rewşenbîrê Kurdê Ermenîstanê Keremê Seyad peyamek belav kir. 

Serok Barzanî di peyama xwe de, dibêje “Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê Kurdê Ermenîstanê Keremê Seyad gihîşt me. Keremê Seyad kesayetiyeke xebatkar û niştimanperwer bû ku dehan salên temenê xwe ji bo beşa Radyoya Kurdî ya li Erîvanê terxan kir û wî bi xwe û malbata xwe xizmeteke mezin ji bo ziman û edebiyata Kurdî û berdewamiya radyoya Kurdî ya Erîvanê kiriye.”

Barzanî sersaxiya xwe pêşkeşî malbat, kesûkar, hevalên wî û hemû rewşenbîrên Kurdistanê û  cemawerê Kurdê Ermenîstanê û welatên Sovyeta berê kir û got: “Xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Hêviya hedar û aramiyê ji bo hemû aliyek dixwazîn û ruhê Keremê Seyad şad be.”

Rewşenbîrê bi navûdeng Keremê Seyad di 83 salıya xwe de duh li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê koça dawî kir.

Keremê Seyad, 40 salan di beşa Kurdî ya Radyoya Erîvanê de xebitiye. Dema hikûmeta Ermenîstanê ji ber sedemên aborî dixwest dawî li weşana Radyoya Kurdî bîne, Seyad her roj rêya 12 kîlometreyî dimeşiya da ku weşana Radyoya Kurdî bi dawî nekin.

Ew 30ê Kanûna 1938an li gundê Hekko yê bi ser bajarê Talîna Ermenîstanê ji dayîk bûye û perwerdehiya xwe jî li wê derê bi dawî dike, piştre di sala 1960an de di Radyoya Dengê Êrîvanê de dest bi kar dike.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin