Serok Barzanî: Hêvîdar im sala nû bibe destpêka qonaxeke nû

Serok Barzanî: Hêvîdar im sala nû bibe destpêka qonaxeke nû

.

A+A-

 Serok Barzanî bi helkefta serê sala nû ya zayînî peyamek belav kir û ragihand, “Hêvîdar im sala nû ji bo gelê me destpêka qonaxeke nû be ji bo baştirbûna guzeraniya xelkê û pêkanîna aramî û pêşketinên zêdetir.”

Serok Barzanî dibêje, “Bi pêwîst dizanim spasiyên xwe pêşkêşî hêzên Pêşmerge û dezgehên emnî û hemû xelkê Kurdistanê bikim ku herdem bi qurbanîdan û xweragiriya xwe, li beramber gef û teror û abluqeyan da rawestan û parêzgeriyê li Kurdistanê kirine.”

Serok Barzanî tekez dike, “Erkê civaka navdewletî ye jî ji bo parastina aştî û dadperwerî û asayîşê hokareke yarmetîder bê, bo ku êdî ji vê zêdetir gelên navçeyê û xelkê bêtawan tûşî êş û wêrankariyê nebin.”

Peyamek Serok Mesûd Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya zayînî ve pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim. Hêvîdar im sala nû ji bo gelê me destpêka qonaxeke nû be ji bo baştirbûna guzeraniya xelkê û pêkanîna aramî û pêşketinên zêdetir. Bi pêwîst dizanim spasiyên xwe pêşkêşî hêzên Pêşmerge û dezgehên emnî û hemû xelkê Kurdistanê bikim ku herdem bi qurbanîdan û xweragiriya xwe, li beramber gef û teror û abluqeyan da rawestan û parêzgeriyê li Kurdistanê kirine. Erkê ser milê hemû dam û dezgeh û aliyên siyasiyane li asta qurbanîdana gelê me da bin û pêkve û bi hîmmeta hemû aliyek parêzgeriyê li destkeftan û mafên xelkê Kurdistanê bikin.

Hilbijartina cotmeha derbasbûyî ya Encûmena Nûnerên Iraqê, hilbijartineke baş bû û encamên wê jî derxerê xwest û îradeya welatiyan bû. Piştî pejirandina encaman ji aliyê dadgeha federalî ve pêwîste hengav û nerîtên destûrî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û dezgehên din bi leztir bêne bi cîh kirin û geşbûn û xizmetguzarî û maf û xwesta welatiyan û hemû pêkhatên Iraqê bibe ewlewiyeta bernameyên hikûmeta nû. Ew jî di çarçoveya bicihkirina her sê prensîpên hevbeşî, li hevkirin û hevsengiya li hukimraniyê da. Heman demê de jî nabê êdî hewla îhmalkirina pêkhatên Iraqê li hukimraniyê da bê dayîn.

Bi helkefta serê sala 2022 ya zayînî ve careke din tekez li ser peyama aştiyane û çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin û pêwîste hemû aliyek bi başî li wê yekê têbigihe ku Iraq û navçeya me êdî xwe li ber kêşe û tundutîjî û teror û tundrewî û nearamiyê nagrê. Erkê civaka navdewletî ye jî ji bo parastina aştî û dadperwerî û asayîşê hokareke yarmetîder bê, bo ku êdî ji vê zêdetir gelên navçeyê û xelkê bêtawan tûşî êş û wêrankariyê nebin.

Li sala nû da bi hêviya wê yekê aştî û pêkvejiyan li ser navçeya me da bikêşê û hêviya xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistanê dixwazim.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im gelê me ji hemû cûre pejik û nexweşî û êş û karesatan bi dûr bigire.

Mesûd Barzanî

31.12.2021

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin