Serok Barzanî di Noelê de peyama çanda pêkvejiyanê da

Serok Barzanî di Noelê de peyama çanda pêkvejiyanê da

.

A+A-

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema hatina cejna Noelê peyama pîrozbahiyê belav kir û di peyama xwe de behsa girîngiya pêkvejiyana pêkhateyan û pêşdebirina çanda biratiyê kir. Serok Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Bi sedema sersala mîladî ya rojbûna Hz. Îsa, ez cejna Mesîhiyên li Herêma Kurdistanê, Iraq û temamê Xîrîstiyanên dinyayê bi germî pîroz dikim, dilxweşî û xweşiyê ji wan re dixwazim.

Bi vê munasebetê ez girîngiyê didim têkiliyên navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê û dixwazim temamê rojên cejnê bi xweşî, aştî û aramî derbas bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin