Serok Barzanî bo Roja Lêborînê ya Cîhanê peyamek belav kir

Serok Barzanî bo Roja Lêborînê ya Cîhanê peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta roja cîhanî ya lêbûrînê peyamek belav kir. Di peyama xwe de Serok Mesûd Barzanî wisa got:

A+A-

Lêbûrîn, hevqebulkirin û pesendkirina cudahiyan, ji pîvanên nasîna gel û welatên pêşketî ne, di çarçoveya pirensîpên sereke yên canê demokratiyê de, sedema sereke ya serketin û pêşketina Herêma Kurdistanê, ji bo canê pêkvejiyan û lêbûrînê vedigere, ku dêmeke xweşik û şaristanî daye Kurdistanê û ev yek li navçeyê kêm mînak e.

Lêbûrîn û aştî û pêkvejiyan, çanda hezaran sal a gelê Kurdistanê ye, gellek bizav hatin kirin daku vî nirxê bilind jinav bibin, lê di her rewşekê de jî ew çanda gelê Kurd nehat guhertin û Herêma Kurdistanê her dem wê weke navenda pêkvejiyana tevahiya netew û olan bimîne.

Hemû ol û bihayên bilind ên mirovatiyê, tekeziyê li ser bihêzkirin û kûrkirina pêkvejiyan û lêbûrînê dikin, lewra divê dezgehên me yên perwerde û çandê giringiyeke bêtir bidin vî warî û bi awayekî berfireh handanê li ser vê çandê bikin.

Mesûd Barzanî

16/11/2018

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin