Serok Barzanî: Biryara UNESCO destkeftek e bo xelkê Kurdistanê û navçeya Hewraman

Serok Barzanî: Biryara UNESCO destkeftek e bo xelkê Kurdistanê û navçeya Hewraman

.

A+A-

 Serok Barzanî bi boneya biryar UNESCOyê ku navçeya Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê li “Lîsta Şûnwarên Girîng ên Mirovahiyê” zêde kir, peyamek belav kir û pîrozbahî li gelê Kurdistan û xelkê Hewramanê kir û tekez kir, “Biryara UNESCO destkefteke din e ji bo xelkê Kurdistanê û navçeya Hewraman.”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got, “Bi biryara vê dawiyê ya Rêxistina Cîhanî Perwerdeyî û Zanistî û Çandî ya ser bi rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UNESCO) gelek xweşhal im ku tê de ew beşa navçeya Hewraman ku ketiye Rojhilatê Kurdistanê, xistiye nav lîsta Şûnwarên Girîng ên Mirovahiyê.”

Serok Barzanî balkişand ser wê yekê jî, “Hewraman navçeyeke girîng a Kurdistanê ye ku herdem roleke berçav di çand, edeb, dîrok, şoreş, siyaset û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de hebûye. Bêguman ew biryara UNESCO jî destkefteke din e ji bo xelkê Kurdistanê û navçeya Hewraman.”

Di dawiya peyama xwe de Serok Barzanî got, “Bi vê helkeftê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û xelkê xweşdiviyê navçeya Hewraman dikim û ji bo wan hêviya aramî û pêşketinên zêdetir dixwazim.”

Komîteya Mîratên Cîhanî ya rêxistina UNESCOyê roja Duşemê 7 cihên nû li cîhanê xistin lîsta xwe ya Mîratên Cîhanî ku yek ji wan Hewremana Text a ser bi navçeya Sewlavayê ya girêdayî parêzgeha Sinê bû li Rojhilatê Kurdistanê.

Serokê Komîteya Mîratên Cîhanî ya rêxistina UNESCOyê Tian Xuejun eşkere kir ku Hewramana Text jî li lîsteya Mîratên Cîhanî ya rêxistinê ve hate zêdekirin.

Sirûşt, çand û dîroka Hewramana Text wiha kir ku ew weke dewlemendiyeke cîhanî were naskirin.

Ew Beşa Hewramanê dikeve  Rojhilatê Kurdistanê û bi ser herdu parêzgehên wê parçeya Kurdistanê, Kirmaşan û Sinê dabeş bûye.

Ji bilî Hewraman, Girê Melidê yê li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê jî roja Duşemê li lîsteya Mîratên Girîng ên Mirovahiyê ya UNESCOyê hat zêdekirin.

Bajarê Hewramana Text bajarekî çiyayî ye û xaniyên wê bi awayekî pêlekanî û serhev in û bi giştî ji keviran hatiye çêkirin û ji bilî keviran ti tiştekî din bi kar neanîne.Yek ji taybetmendiyên mîmariya bajêr ew e ku banê her malê dibe hewşa mala jorîn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin