Serok Barzanî bi sedema koça Baba Şêx, peyama sersaxiyê belav kir

Serok Barzanî bi sedema koça Baba Şêx, peyama sersaxiyê belav kir

Serok Barzanî bi sedema koça Baba Şêx, peyama sersaxiyê belav kir

A+A-

 

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema koça dawî ya serokê meclisa rûhanî ya Êzîdiyan Baba Şêx (Şêx Xirto Hacî Îsmaîl) peyama sersaxiyê belav kir. Peyama serok Barzanî wehaye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan,

Bi xemeke mezin êvariya roja pênçşema 01.10.2020 kesayetiyê olî û Serokê Ruhanî yê Ola Êzdî Şêx Xirto Hacî Îsmaîl (Baba Şêx) li bajarê Hewlêrê koça dawiyê kir. Baba Şêx kesayetiyeke olî yê diyar û niştimanperwerê Kurdê Êzdî bû ku li hemû rewşek da sedema xêrxwazî û çareserkirina kêşeyan bûye li nav xûşk û birayên me yên Êzdî û ji bo belavkirina tebayî û pêkvejiyanê kêmasiyê nekiriye. Li heman demê de jî Baba Şêx hêmayeke olî û me’newî bû û bi taybetî jî li rewşa niha da ji dest dana wî xesareteke mezine.

Serxweşiyên xwe pêşkêşî Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan û Encûmena Rûhanî ya ola Êzdî û kesayetiyên ola Êzdî û malbat û kesukarên Baba Şêx û tevahiya xûşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û hemû cîhanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê Baba Şêx bixe ber rehmet û dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Mesûd Barzanî

01.10.2020”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin