Serok Barzanî bi şanda Amerîkî re civiya: Li Amerîkayê cihekî taybet û girîng ê Kurdistanê heye

Serok Barzanî bi şanda Amerîkî re civiya: Li Amerîkayê cihekî taybet û girîng ê Kurdistanê heye

Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Îlonê pêşwazî li Balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew Tueller û şanda pê re kir.

A+A-

 

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtina ku Konsolê nû yê Amerîka li Hewlêrê Rob Waller jî amade bû de, Balyozê Amerîka yê Iraqê silavên taybetî yên Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo gihandin Serok Barzanî û dostaniya di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de tekez kir.

Balyozê Amerîkî ragihand ku Herêma Kurdistanê li nav navendên girîng ên biryarên Amerîkayê de cihekî xwe yê girîng û taybet heye.

Her iha eve jî xiste rû ku Amerîka ji bo çareserkirina kêşeyan û bihêzkirina damezraweyên dewleta Iraqê, dixwaze li çarçêweya diyaloga stratejiyê da yarmetiya dostên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê bike. Her di vê civînê de şanda mîhvan tekez li ser berdewamiya hemahengiya welatê wan ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Di beşeke dina ya civînê de Serok Barzanî ji bilî tekezkirina li dostaniya di navbera gelê Kurdistan û Amerîkayê de spasî sazî û navendên biryarên Amerîkayê kir ku bi girîngiyê ve temaşeya rewş û pêgeha Herêma Kurdistanê dikin û herwiha di erk û karên wî de, hêviya serkeftinê jî ji bo Konsolê nû yê Amerîka re xwest.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û gefên li ber Hikûmeta Iraqê û hilbijartinên nû yên Iraqê û herwiha encamên pejika Korona ya li ser kerta aborî û civakî û derûnî yên civakê mijarên din ên hatin axaftin bûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin