Serok Barzanî bi helkefta roja rojnamevaniya kurdî peyamek belav kir

Serok Barzanî bi helkefta roja rojnamevaniya kurdî peyamek belav kir

.

A+A-

 Serok Mesûd Barzanî bi boneya 123 saliya derketina yekem rojnameya kurdî û roja rojnamevaniya kurdî peyamek belav kir û ragihand,  Pêwîst e medya û rojnamegeriya Kurdî çekekî bihêz be ji bo berevanîkirina li mafên rewa yên miletê kurd.

Îro 22 Nîsanê, roja rojnamevaniya kurdî û 123 saliya derketina yekem rojnameya kurdî, Kurdistan, e.

Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

Bi helkefta sed û bîst û sêyemîn salvegera derketina yekemîn rojnameya Kurdî ku hevdema roja rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim.

Rojnamevan û medyakar erkê hişyarkirinê û gihandina zanyariyan bi civaka wan li ser milê wan e ku li rastiyê da erkekî pîroz û hestiyar e û rojnamevan roleke girîng li rênişanderiya raya giştî û pêşxistina civakê da heye.

Pêwîst e ragihandin û rojnamegeriya Kurdî çekeke bihêz be di destê gelê Kurdistanê de ji bo berevanîkirina li mafên rewayên mîlletê me û her wiha nasandina doza rewaya gelê me bi hemû cîhanê û li heman demî de jî giraniya kûrtirkirina çanda aştîxwazî û pêkvejiyan û mirovdostiyê be.

Her wiha daxwaza min ji rojnamevanên xweşdivî eweye ku rûbirûyê wan gef û êrîşên rêkxistiya ragihandinê bibin ku ji bo dijayetîkirina îradeya gelê Kurdistanê li aliyê nehezên gelê Kurdistanê ve birêve diçe.

Li vê bîranînê de daxwazê ji hemû rojnamevan û medyakarên xweşdivî û dezgehên ragihandinê dikim ku wê erka xwe ya pîroz li çarçêweya pêverên rojnamegeriya profesyonel û rastgoyî û li ber çav girtina biha û berjewendiyên bilindên welat de encam bidin.

Hêviya serkeftinê ji bo hemû rojnamevanên Kurdistanê re dixwazim.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin