Serok Barzanî: Bi bilindî bîranîna hemû şehîdên şoreşa Gulanê û Kurd û Kurdistanê dikin

Serok Barzanî: Bi bilindî bîranîna hemû şehîdên şoreşa Gulanê û Kurd û Kurdistanê dikin

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî peyamek ji bo 45emîn Şoreşa Gulanê belav kir û diyar kir, Şoreşa Gulanê ew peyam bû ji bo hemû nehez û neyarên gelê Kurdistanê ku ji bilî hebûna plangerî û gef û bihêza neyaran û astengiyên cûrbicûr, gelê Kurdistanê îradeya xebat û rûbirûbûna zulm û neheqiyê heye û xebat û têkoşîna xwe ji bo qadên rastî ku axa pîroza Kurdistanê veguheze.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa Gulan ezmûneke dewlemendê berxwedan û xwe rêkxistin û rabûna gelê Kurdistanê ye. Li rewşa piştî şikest û koçberî û li bin guvaşên cûr bi cûrên neyarên gelê Kurdistanê karî bi planeke têr û tije û baweriyeke bi hêz ya şoreşa Gulanê destpê bike. Şoreşa Gulanê ew peyam bû ji bo hemû nehez û neyarên gelê Kurdistanê ku ji bilî hebûna pîlangerî û gef û bihêza neyaran û astengiyên cûr bi cûr, gelê Kurdistanê îradeya xebat û rûbirûbûna zulm û neheqiyê heye û xebat û têkoşîna xwe ji bo qadên rastî ku axa pîroza Kurdistanê veguheze.

Şoreşa Gulanê hilgirê peyam û armancên şoreşa Eylûlê û berdewamiya hemû şoreşên berê yên Kurd bû û ji bo hemû neyaran jî da xûyakirin ku îradeya azadîxwazî û şoreşgeriya Kurd ti demekê naşike.

Şoreşa Gulanê, roja 26.05.1976 bi yekem çalakiya Pêşmerge li Hacî Omeran destpê kir û Seyid Abdulla yekem şehîdê vê çalakiya destpêka şoreşa Gulanê bû. Li 45. salvegera destpêkirina şoreşa Gulanê da, bi bilindî bîranîna hemû şehîdên şoreşa Gulan û şehîdên Kurd û Kurdistanê dikin. Tekez jî li wê yekê dikîn azadî û destkeftên gelê Kurdistanê li sayeya xwîn û qurbanîdana şehîdên me pêk hatiye. Li vê bîranîna pîroz de, pêzanînên min ji bo xebat û keda wan hemû têkoşer û qehremanan heye ku li xebata Pêşmergayetî û hizbî û xebata nihênî ya li nav bajar û li koçberî û derbederiyê de rola wan li şoreşa Gulanê de hebûye û qurbaniyê dane û ji bo gelê xwe bûne cihê şanaziyê.

Mesûd Barzanî
26.05.2021

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin