Şêrko Bêkes bo zimanê Fînlandî tên wergerandin

Şêrko Bêkes bo zimanê Fînlandî tên wergerandin

Nivîsakar û wergêrê Kurd Soran Zekî ku ev heyameke dirêj e li Fînlandê dijî, dîwaneke helbestên Şêrko Bêkes wergerand ser zimanê Fînlandî.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Soran Zekî ji Rûdawê re ragihand, “Roja 9.11.2019 li kitêbxaneya Owodî li Helsînkîyê pirtûka ‘Çirûska Ruh Nayê Destgirkirin’ a Şêrko Bêkes bi amadebûna Helo Şêrko Bêkes û çend nivîskarên din ên Kurd û Fînlandî hat belavkirin ku du helbestên Helo Şêrko Bêkes jî tê de bûn.”

Soran Zekî niha mijûlî wergerandina hinek helbestên Helo Şêrko Bêkes bo zimanê Fînlandî ye û bi nîyaz e  destpêka sala bê belav bike. Herwiha wergera pirtûka ‘Teymûr Take Rizgarbûyê Enfalê’ jî ku ji alîyê Arif Qurbanî ve hatîye nivîsandin, pêk tîne.

Soran Zekî ku xelkê Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê ye, ji sala 1993an ve li Fînlandê dijî û sala 1996an dest bi xwendina wergêrê kirîye û 1998an jî li Zanîngeha Tamperê yekem bawernameya wergêrê (Kurdî-Fînlandî) wergirtîye. Sê sal piştî wê duyem bawernameya wergêrê (Farisî-Fînlandî) li heman zanîngehê wergirt.

Soran Zekî ku mastera xwe li ser Ziman û Wêjeya Fînlandî pêk anîye, yekem pirtûka xwe ya bi navê, ‘Rêzimana Fînlandî Bi Kurdî’ sala 2007an belav kir. Herwiha Soran behsa pirtûka xwe ya ku 2012an bi şêwezarên Soranî û Kurmancî nivîsîye dike û dibêje, “Min pirtûka, ‘Zimanê Fînlandî Bi Kurdî Dixwînim’ sala 2012an bi Soranî belav kir, lêbelê mixabin ji ber pirsgirêka pere heta niha min nekarîye bi Kurmancî jî belav bikim. Heman pirtûka min 2016an kirin bi Farisî û heman salê bi hevkarîya xwendekarên xwe wergerand ser zimanê Erebî û belav kir.”

 

42.jpg

 

Soran Zekî pirtûkeke din jî ji Kurdî wergerandîye bo Fînlandî û dîyar dike, “Sala 2016an dema li kursa wergêrê bûm li Zanîngreha Helsînkî min romana ‘Mînaya Çavciwan’ a Fehmî Kakeyye wergerand bo Fînlandî.”

Ew nivîskar û wergêrê Kurd beşeke çîrokên folklorî yên Kurdî wergerandine bo ser zimanê Fînlandî û bi nîyaz e destpêka sala 2020an, beşeke rêze pirtûkan çap bike û herwiha dibêje, “Jibilî van du pirtûkên min ên din jî bo çapê amade ne, ‘Kurdî Fêr Dibim’ û ‘Kurdî Dixwînim’ û ev pirtûk bo wan kesan e yên ku dixwazin Kurdîya Soranî fêr bibim.”

Soran Zekî pirtûkeke din a Şêrko Bêkes bi navê, ‘Qumrîya Bi Tevger’ jî belav kir ku çîrokeke zarokan e û ji 52 rûpelan pêk tê.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin