Serkirdeyeka Jin a leheng ji nav me bar kir...

Serkirdeyeka Jin a leheng ji nav me bar kir...

Endama serkirdeyetiya YNK û berpirsa nivîsgeha Şehîdan ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Wasfiya Benî Weys, bi buyereke hatûçûnê, jiyana xwe ji dest da û tevlî karwana nemirên kurd û Kurdistanê bû...

A+A-

 

Endama serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê û berpirsa nivîsgeha Şehîdan ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Wasfiya Benî Weys, bi buyereke hatûçûnê, jiyana xwe ji dest da û tevlî karwana nemirên kurd û Kurdistanê bû... Hezar silav li canpakiya wê be...

Pakrewan û nemira doza gelê Kurd, Wasfiya Benî Weys, li sala 1953`an, li bajarê Xaneqînê di taxa Mezre`eyê de, hatiye dine, bi xwe ji malbateke gelek welatperwer û Kurdistanî ye, yek ji malbatên herî xemxwerên bîrdoza netewaya Kurdiswtanî bûn, birayên wê, tevlî rêzên şoreşa netewî ya nuh li Başûrê Kurdistanê dibin, gelek fişar û zor û nerêkiya dadweriyê, ji aliyê rêjîma Êraqê ve, li dijî wê malbatê pêkhatiye û kok dest ji rastiya parastina doza gelê xwe ya rewa bernedan.

Nemira gelê kurd Wesfiya Benî Weys, salên destpêka xwendinê, li bajarê Xaneqînê bi dawî dike û piştre jî, ji ber xwendina zanîngehê, diçe bajarê Silêmaniyê û li wir tevlî xwendina zanîngehê dibe û di sala 1975 beşê kolîja wêjeli zanîngeha Silêmaniyê bi dawî dike.

Her weha ji sala 1974`an ve, peywendî bi Komeleya Rencedarên Kurdistanê ve kiriye û wek xebatkar û çalakvanekî jîr û jêhatî li nav bajar û civaka kurd li rêzên şoreşa nuh ya netewî a Başûrê Kurdistanê dest bi tekoşînê kiriye. Ev jî wek min li jor amaje bi wê yekê kir ku 3 birayên wê jî pêşmerge bûn û piştî ku tevlî xebata çiyaên Kurdistanê bûn, di wê bare de, rêjîma Êraqê malbata wê ango dayîk û bavê wê, ji Xaneqînê derxistin û bi dare zorê birin ber bi başûrê Êraqê nîştecîh kirin.

Di sala 1976 li bajarê Kelarê wek mamoste hat damezrandin û piştre jî, ji aliyê rêjîma dîktetor ve, ji Taslocuyê re hat şandin û li wir dest bi karên mamosteyetiyê kir.

PUKmedia

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin